'Nobeda Azadiyê' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kiribû.
'Nobeda Azadiyê' ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, hefteya 582'an li salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê rast hat.
Nobedarên hefteya derbasbûyî rêveberên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bûn. Çalakî vê hefteyê ji aliyê malbateke ji bajarê Zurîchê yê Swîsreyê dewr hate wergirtin.
Malbata ji dayik, bav û sê zarokan nobedarên vê hefteyê ye. Di daxuyaniya nobedarên vê hefteyê de bang li gelê Kurd û dostan hate kirin ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.