'Nobeda Azadiyê' bi koma Dûîsbûrgê dewam dike

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 343'an de ye. Koma ji bajarê Dûîsbûrgê nobed dewr girt.

Çalakiya 'Nobeda ji bo azadiya Ocalan' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, mîna her hefteyê bi komeke nû dewam dike. Nobedarên vê hefteyê 4 kesên ji bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ne.

Bi navê Meclîsa Gel a Dûîsbûrgê Berîvan Talay, Kahraman Çelîkçel, Mûstafa Tûzak û Oktay Akaslan ji roja Yekşemê ve nobedê digirin.

Berîvan Talay bi navê komê axivî û bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 20 sal in di nava şert û mercên tecrîdê de dîl tê girtin, 3 salên dawî bi dijwarî hatiye tecrîdkirin. Talay diyar kir, Ewropa û saziyên wê ku îdîa dikin 'navenda mafên mirovan' e, li pêşberî vê yekê bêdeng in û bi taybetî ragihand, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) erk û berpirsyariya xwe bi cih nîne.

Di daxuyaniya komê de hate ragihandin, ji ber êrîşên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Kurd di pêvajoyeke zehmet de ne û bal hate kişandin ser girîngiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li Hewlêr, Galler û Strasboûrgê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd bi derfetên xwe hemûyan û bi rûmeta xwe li ber xwe dide."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Rêberê me timî daxwaza aştî û aramiyê dikir. Lê belê, yên li hemberî me ji ber ku ji aştî û mirovahiyê fêhm nake, serî li vê çalakiyê hatiye dayin. Ji bo Rêberê xwe, em ê hewl bidin berpirsyariya xwe bi cih bînin."

Çalakgeran ji bo mîtînga mezin a îro ya li Strasboûrgê ku wê li dijî tecrîdê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di vê navberê de, ji nobedaran Mûstafa Tûzak ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, ji roja Yekşemê ve di greva birçîbûnê de ye.