Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' bi koma ji Nurnbergê dewam dike

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di sala nehan de ye, bi koma nû ya ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dewam dike

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir, di hefteya 459'an de ye.

Nobeda ku her hefte ji aliyê komên cuda yên Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike, vê hefteyê bi koma ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hatiye dewr girtin.

Makbûle Elbistan bi navê koma nû axivî û anî ziman ku ew kêfxweş in ji ber ku di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiyê li dar dixin.

Makbûle Elbistan diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd tê wateya hilatina rojê û destnîşan kir ku bi Nobeda Azadiyê re jî Kurd peyama 'Azadiya Rêberê me azadiya me ye' dide cîhanê bi taybetî jî Ewropayê.

Makbûle Elbistan ragihand ku gelê Kurd di heman demê de nîşan dide ku îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.

Makbûle Elbistan diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze têkiliya navbera gelê Kurd û Rêberê wan de qut bike, bi vî rengî gelê Kurd teslîm bigire û got, "Gelê Kurd li dora Rêberê xwe civiya û bi vî rengî nîşan da ku jiyaneke bêyî Rêbertî nikare li Kurdan bê ferzkirin."

Makbûle Elbistan bang li welatên Ewropayê kir ku nebin hevparê sûcên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk û ji bo bidawîkirina tecrîdê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Nobeda Azadiyê ku bi Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re hatiye destpêkirin rojane saet di navbera 07:30 û 16:30'î de pêk tê. Çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye. Di çalakiyê de bi gelek zimanî broşur û pirtûkên li ser jiyan û têkoşîna Abdullah Ocalan tên belavkirin.