Nivîskarên Swêdî ji bo Kurdan hişyarî dan hikumetê

Nivîskar û rewşenbîrên li Swêdê, têkildarî qanûna nû ya ku bê pêşkêşkirin hişyarî dan û gotin, "Divê destûr neyê dayin ku zext li Kurdan bê kirin."

Li Swêdê wê sibe qanûneke nû bê pêşkêşkirin. Nivîskar û rewşenbîrên Swêdî ji rojnameya Aftonbladet re nivîsek nivîsîn û nerazîbûn nîşanî qanûnê dan. Rewşenbîran gotin, "Destûrê nedin ku qanûna nû zextê li Kurdan bike."

'BER DILÊ ERDOGAN XWEŞ DIKIN'

Di nivîsê de işaret bi van mijaran hate kirin:

Piştî dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê, Swêdê û Fînlandiyayê ji bo endametiya li tifaqa parastinê NATO'yê serlêdan kirin.

Herdu hikumetên dawî yên Swêdê ji bo ber dilê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan xweş bikin, ku erkên qanûndanîn, dadgerî û rêveberiyê hemû xistiye destê xwe, hin tedbîr wergirt.

Tawîzên ku Swêd di polîtîkaya derve de dide, gelekî zêde dibin. Hezîrana 2022'an di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, Swêd û Fînlandiyayê bi memorandûmekê soz dan ku 'li hemberî dezenformasyonê têbikoşin, di mewzûata neteweyî de tedbîrên li dijî rêxistinên terorê werbigirin'.

Dawiya meha Îlonê, Mufetîşiya Berhemên Stratejîk ên Swêdê (ISP) careke din destûr da ku berhemên Swêdê yên leşkerî ji Tirkiyeyê re bêne firotin ku Tirkiye bi cîranan re timî di nava şer de ye.

Serokwezîr Ûlf KRîstersson payîza derbasbûyî li Qesra li Enqereyê serdana Erdogan kir û serketinek da despotekî.

Çend roj beriya serdana Serokwezîr, Wezîrê Karên Derve Tobîas Bîllstrom, navber xiste navbera xwe û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku van herdu rêxistinên azadiyê yên Kurd li Kurdistana Sûriyeyê li dijî tevgera herî metirsîdar a terorîst a dinyayê DAÎŞ'ê şer kirin û bi ser ketin.

KIRYARÊN NE HIQÛQÎ YÊN LI DIJÎ KURDAN

Çend roj berê du Kurd ji Arlandayê ber bi Tirkiyeyê ve hatin dersînorkirin ku vê yekê li rojava şoqek afirand. Hiqûqnasên naskirî yên cîhana rojava di bernameya 'Konflîkt' a Radyoya Swêdê de diyar kirin ku dersînorkirina Kurdên hewcedarî parastinê ne, li dijî hiqûqê ye.

Her wiha muzakerevanê sereke yê hikumetê hin daxuyanî da ku rexne li Kurdan dikir.

Lê belê her ku hikumetê dest jê qeriya, Erdogan hîn bêhtir heqaret li Swêdê kir û bêhtir daxwaza tawîzan kir.

Gotinên Erdogan rewşeke welê afirand, mîna ku Swêd wîlayeteke Tirkiyeyê ye. Serokkomar vetoya Tirk a li NATO'yê ji bo zêdekirina zexta li ser Kurdan bi kar tîne.

Piştî bûyerên darvekirina pêlîstokan û şewitandina Quranê li dijî Swêdê careke din dest bi êrîşkariyê kir. Hejmara kesên ku ji Swêdê dixwaze radestî Tirkiyeyê bêne kirin ji 33 gihîşt 130 kesan.

Tevî ku li Swêdê qanûneke terorê heye û bi rengekî baş dixebite, hikumet niha dixwaze ku azadiya birêxistinbûnê ya li Swêdê jî asteng bike.

Tê payin ku sibe, 3'ê Gulanê li Parlamenta Swêdê 'tedarikkirina amûran ji bo rêxistineke terorê, karên ji bo wê' weke sûc bê ragihandin.

Konseya Qanûndanînê ya Swêdê bi hinceta 'li gorî pêwîstiyan berfirehkirina zêde ya qanûnê dikare bibe sedema rîska krîmînalîzasyoneke berfireh' red kir, lê belê hikumet tevî vê yekê jî dixwaze qanûnê bide qebûlkirin.

'QANÛNA NÛ CIHÊ FIKARAN E'

Li Swêdê di mijara serweriya hiqûqê de em bi fikar in. Em bi fikar in û ditirsin ku qanûna nû bandorê li Kurdan û komeleyên Swêd-Kurdan bike, ku Kurd ji bo ziman û çanda xwe ku mafên medenî ne û sed sal in li Tirkiyeyê têne tepisandin, têdikoşin.

Kurdên Swêdî beriya niha ji ber kuştina Olof Palme gelekî zext dît, her wiha dane hene ku nîşan didin, rêxistina sîxuriyê ya Tirk MÎT şopeke sexte têkildarî PKK'ê hiştiye û lêpirsîna cînayetê tevlîhev kiriye.

Ajîtasyoneke bi heman rengî ya niha wê zerareke demdirêj bide serweriya hiqûqê ya li Swêdê û neteweya Swêdê. Em bang li hemû endamên parlamentê yên Swêdê dikin: Weke nûnerên hatine hilbijartin, dema ku we sibe dengê xwe dan, careke din bifikirin."

Kesayetên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê bi vî rengî ne:

"Kurdo Baksi, Nivîskar Selma Brodrej, Rojnamevan Anita D'Orazio, Şêwirmendê Penaberiyê Göran Eriksson, Serokê berê yê ABF Stockholm Göran Greider, Derhênerê Weşana Giştî ya Dala-Demokraten Thomas Hammarberg, nivîskar, Komîserê Mafên Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Olof Kleberg, Derhênera Weşana Giştî ya Berê ya Västerbottens-Kuriren Anita Klum, Sekreterê Giştî yê Berê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anders Kompass, Sefîrê berê yê Neteweyên Yekbûyî û nûnerê mafên mirovan Arne Ruth, Derhênerê Weşana Giştî yê Berê yê Dagens Nyheter Pierre Schori, Wezîrê Berê yê ji Karên Koçê Berpirsyar û Sefîrê Bilindê NeteweyêN Yekbûyî Olle Svenning, Nivîskar Gunilla Thorgren."