Nivîskara Swêdî Anna Jorgensdotter piştgirî da Leyla Guven

Nivîskara Swêdî Anna Sofia Elisabet Jorgensdotter, piştgirî da Leyla Guven a ku ev 84 roj in bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û xwest ku daxwazên Guvenê bên pêkanîn, tecrîd bê dawîkirin. 

Jorgensdotter, axaftina xwe bi vîdeoyê qeyd kir û ji ANF'ê re şand. Jorgensdotter, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya demdirêj a Leyla Guven û girtiyên siyasî û got, “Leyla Guven ji bo ku salek beriya niha li ser tevna civakî dagirkeriya Tirkiyeyê ya Efrînê şermezar kiribû, hatibû girtin. Niha Tirkiye û hêzên leşkerî dîsa çav berdane dilê Kurdistanê Rojava.” 


Jorgensdotterê bal kişand li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ku rojên derbasbûyî di encama êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî başûrê Kurdistanê de zarokekî 12 salî jî di nav de gelek welatî li cihên cuda hatibûn qetilkirin û got, “Em ên li cîhana derve, divê em çavên xwe li van êrîşên dewleta Tirk ku tim li dijî kurdan pêk tîne, negirin. Divê em li vî kujeriya Tirk bigirin.” 

Jorgensdotter, diyar kir ku divê li hemberî terora Erdogan, bi Leyla Guvenê re di nav tevkariyê de ye.”