Nîvê Elmanan nekarîn ji yekbûna Elmanyayê kêfxweş bibin

Bi wesîleya salvegera 32'an a yekbûna 2 Elmanyayan, ku weke rojhilat û rojava dihate naskirin, anketeke hate çêkirin. Nîvê Elmanên beşdarî anketê bûn, gotin ku ew nekarîn bi yekbûnê kêfxweş bibin.

Piştî Şerê Cîhanê yê 2'emîn ku bi hilweşîna Elmanya Nazî bi encam bû, bi piştgiriya bloka rojavayî ya bi serkêşiya DYE, Îngilistan û Fransayê, di sala 1949'an de Komara Elmanya ya Federal (Elmanya Rojava) û Komara Demokratîk a Elmanyayê (Elmanya Rojhilat) a bi sîstema sosyalîst a bi bandora Yekîtiya Sowyetan ava bûn.

Lê belê di salên 1980'î de di çarçoveya polîtîkaya jinûve avabûnê de ya Serokdewletê Sowyetan Mîhaîl Gorbaçov, li nava welatên Bloka Rojhilat pêvajoya reformê destpê kir. Ev pêvajo sala 1989'an bi hilweşandina dîwarê ku Berlîn parçe dikir û di navbera du Elmanyayan de bû, her wiha weke 'Dîwarê Şermê' dihate naskirin, gihîşt asta herî bilind.

Herdu Elmanya di 3'ê Cotmeha 1990'î de bi rengekî fermî bûn yek û ev roj jî weke 'Roja yekbûyî' hate pîrozkirin. Bi wesîleya salvegera 32'an a vê bûyera dîrokî, encamên anketekê li rojnameya 'Bild am Sonntag'ê hate weşandin. Ji gorî vê anketê piraniya beşdaran nekarî bi yekbûna Elmanyayê kêfxweş bibin.

Şîrketa lêkolînê INSA'yê pirsa 'Hûn ji yekbûnê kêfxweş in?' pirsî. Ji sedî 47 ê li Elmanyayê Rojava û ji sedî 56 ên li Elmanya Rojhilat gotin 'Na'. Rêjeya kesên ji yekbûnê kêfxweş in jî li rojava ji sedî 44, li rojhilat jî ji sedî 33 ye.

PIRANIYA ROJHILATÎ DEWLETÊ ADÎL NABÎNIN

Di anketê de her wiha ev encam derketin holê:

* Ji sedî 77 ê mirovên li rojhilatê Elmanyayê dimînin sîstema dewletê adîl nabînin. Yên adîl dibînin jî ji sedî 17 te.

* Li gelemperiya welêt ji sedî 69 ê gel ji Hikumeta Federal kêfxweş in. Ev rêje li Elmanya Rojhilat ji sedî 74 e. Rêjeya rojhilatiyan ên ji karên hikumeta sosyal demokrat, kesk û lîberalan razî ne ji sedî 19 ye.

* Rêjeya kesên ku dibêjin 'Di nava pênc salan de rewşa demokrasiyê nebaş bû' ji sedî 59 e, li rojhilat jî ji sedî 63 ye.

- Rêjeya kesên ku pêkanînên li ser Rûsyysaê erênî dibînin li Elmanya rojhilat ji sedî 35, li rojava jî ji sedî 26 e."