Nîjadperestiya li Elmanyayê: Salên dawî gelekî zêde bû

Elmanya careke din bi êrişa nîjadperestiyê kete rojevê. Kurd jî di nav de 9 kes li Hanaûyê hatin qetilkirin. Êrişên nîjadperestiyê ku salên 1990'î dest pê kirin salên dawî gelekî zêde bûn.

Li bajarê Hanaû yê eyaleta Hessen a Elmanyayê, nîjadperest Tobîas R. ku êvara 19'ê Sibatê êriş bir ser du kafeyên nargîleyê, 9 kes qetil kir û gelek kes jî birîndar kir. Tobîas R. ku li mala xwe tevî dayika xwe mirî hate dîtin, êrişên wî weke encama nîjadperestiya li Elmanyayê ku salên dawî zêde bûye tê dîtin.

Nîşaneya herî berbiçav a bilindbûna nîjadperestiyê, zêdebûna dengê partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ye. Zêdebûna dengê AfD'ê û êrişên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê di heman demê de pêk hatin. Nîjadperestiya ku mezin bû ne tenê li medya civakî yan jî kolanan bi sûcên nefretê xwe nîşan da, beriya Hanaû'yê gelek kes ji ber heman sedemê hatin qetilkirin.

BÛYERÊN KUŞTINÊ YÊN NSU Û SKANDALA ÎSTÎXBARATÊ

Piştî bûyera şewitandinê ya sala 1993'an a li Solîngenê ku 5 kesên ji Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan, di navbera salên 2000-2007'an de 9 bûyerên kuştinê yên plankirî rû dan. Piştre eşkere bû ku ev bûyerên kuştinê ji aliyê endamên Neonazî yên Rêxistina Binerdê ya Sosyalîst Nasyonal (NSU) ve hatiye kirin. Di bûyerên kuştinê de ji bilî jineke polîs, yên hatin qetilkirin hemû welatiyên Tirkiyeyê bûn.

Ji bersûcên doza NSU yên sax maye Beate Zschape di Tîrmeha 2018'an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Lê belê di encama lêkolînên têkildarî bûyerên NSU de eşkere bû ku îstîxbarata Elman der barê endamên koma nîjadperest de xwedî gelek agahî bû. Ev rewşa sosret bi salan li Elmanyayê bû mijara nîqaşê.

ÎSLAM A TUND Û AFD'Ê DI HEMAN DEMÊ DE BILIND BÛN

Ji sal a2014'an û pê ve ku Îslamiyên tund li Elmanyayê zêde ketin rojevê, hate dîtin ku tevgereke nîjadperest a bi navê Welatparêzên Ewropî li dijî Îslambûna Rojava (Pegîda) xurt bû. Partiya rastgiriya tund a bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku sala 2013'an li ser bingeha dijberiya li  Yekîtiya Ewropayê ava bû, hem li Meclîsa Federal bû partiya sêyemîn hem jî li gelek eyaletan hate temsîlkirin. Vê partiyê li eyaletên rojhilatê Elmanyayê yên berê sosyalîst bûn bi rêjeya 20 ji sedî yê dengan wergirt ku vê yekê fikar zêde kir.

Di 22'ê Tîrmeha 2016'an de Davîd Alî Sonboly ê bi eslê xwe Elman-Îranî êrişî navendeke bazarê ya li bajarê Munchenê kir û piştî 9 kes qetil kir întihar kir. Eşkere bûbû ku Sonboly ketibû bin bandora rastgirê tund Anders Behrîng Breîvîk ku di sala 2011'an de êrişî kampeke ciwanên partiya çep kiribû û 77 kes qetil kiribû.

Di 26'ê Îlona 2016'an de rastgirekî din ê tund bi navê Nîno Kohler li bajarê Dresdenê li pêşiya mizgeftekê du bombe teqandibû. Di bûyerê de bi şensê tiştek bi kesî nehatibû.

Siyasetmedarê payebilind ê ku nîjadperestan piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di asta herî bilind de qetil kirin, serokê hikumeta xwecihî yê eyaleta Hessenê yê ji Kassel û derdora wê berpirsyar Walter Lubcke yê mûxafazakar bû. Ji bûyera 2'ê Hezîrana 2019'an rû da Stephan Ernst berpirsyar hate dîtin û piştre tespît bû ku pêwendiya xwe bi komên Neonazî re heye.

Êrişeke din a nîjadperestiyê jî bêyî ku veguhere komkujiyeke mezin bi destwerdana polîsan pêşî lê hate girtin. Li bajarê Halleyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de Stephan Ballîet plan kir ku di rojeke taybet a Yahûdiyan de êrişî sînagogekê bike. Ji ber ku nekarî bikeve nava sînagogê kesekî di rê de û muşteriyekî dikaneke kebabê qetil kiribû.

HEFTEYA DERBASBÛYÎ 12 KES HATIBÛN GIRTIN

Beriya komkujiya nîjadperestî ya li Hanaûyê li gelemperiya Elmanyayê di operasyonan de 12 rastgirên tund hatin girtin ku dihate îdîakirin ku "plana êrişê li dijî mizgeftê" dikirin. Li eyaletên Baden-Württemberg, Bayern, Niedersachsen, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz û Sachsen-Anhaltê 12 kes hatin destgîrkirin. Ev kesên ku ji rêxistina rastgiriya tund a bi navê 'Grûppe S' in ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.