Neteweyên Yekbûyî ji bo komkujiya Til Rifatê got, hemû sivîl bûn

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle ragihand ku tevî agirbestê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û got, ew ji ber bûyerên ku 'yekser sivîlan dikin hedef' bi fikar in.

Colvîlle di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êriş bi taybetî li "herêmên di kontrola hêzên Tirk û komên wan ên çekdar" de tên kirin.

Colvîlle ragihand ku li warê sivîlan bi teqemeniyan êriş tên kirin, ji ber vê yekê ew bi fikar in û bal kişand ser êrişên bi teqemeniyan ên piştî agirbesta 22'ê Cotmehê hatin kirin. Colvîlle anî ziman ku li Hesekê, Reqa û Helebê êriş bi giranî li bazarê û qadên bazirganiyê hatin kirin.

Colvîlle got, "Tevî agirbestê jî agahî tên ku li Baur û Rojhilatê Sûriyeyê şer diqewime" û destnîşan kir tenê di 2'ê Kanûnê de 10 sivîl ku 8 ji wan zarok bûn li bajarê Til Rifatê ji aliyê komên Tirk ve li nêzî dibistanekê hatin uştin û 12 sivîl jî birîndar bûn.

Colvîlle got, "Qurbanî hemû sivîlên ji Efrînê bûn. Yên hatin kuştin û birîndar bûn di navbera 3 û 15 salî de bûn."