Nerazîbûnên li Ewropa yên li dijî êrîşên dagirker kêm nabe

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeê dewam dikin.Di çalakiyan de banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava hate kirin.

Li ser banga Meclîsa Jinê ya Ûta di saetên şevê de li bajarê Dresden a Elmanyayê û tevlîbûna Partiyak Çep a Elman (Dîe Linke) Partiya Maxsîst (MLPD), Komên Antîfaşîst û şoreşgerên enternasyonalîst li Neûtadt Albert Platez a Dresdenê meşek hate kirin.

LEÎPZÎG: Kurdistanî û şoreşgerên enternasyonalîst ên li Leîpzîng a Elmanyayê bi meşekê êrîşên dagirker a Tirk protestokirin.

KASSEL: Li bajarê Kassel ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li çerxerêya Sternê bi qasî 30 deqeyan rê li trafîkê girtin û êrîşên Tirk ên li ser Rojava protestokirin.

MUNÎH: Çalakiyên protsestoyê yên li bajarê Munîh ên Elmanyayê bê navber dewam dikin. Girseya li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hatin ba hev dagirkeriya Tirk protestokirin.

HAMBÛRG: Bi tevlîbûna bi hezaran kesî li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li semta Rote florayê êrîşên Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

PRAG: Li paytexta Komara Çek Pragê jî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk bi mîtîngekê hate protestokirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtînga ku li pêşiya Sefaretxaneya Tirk Çek bûn.

GRAZ: Li bajarê Graz a Ewûstûryayê êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava hate protestokirin. Di axaftinên li ser navê SPO Ewûstûrya û Partiya Keskan hate kirin de li dijî êrîşên dewleta Tirk wê li gel Kurdan cih bigirin. Hevseroka Civaka Azad a Ewûstûrya Haîs Sever jî diyar kir ku wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

BORLANGE: Yek ji bajarên din ê dagirkeriya Tirk lê hate protestokirin Borlange a Swêdê bû.