Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya Tirk didomin

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Kurdistanî îro jî li Ewropa li qadan bûn.

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Kurdistanî û dostên wan li qadan bû û dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de Wekîlê Meclîsa Viyana a Partiya Keskan a Ewûstûrya Nîckî Kûnrath, Partiya Sosyal Demokrat a Ewûstûrya û ji rêxistina Viyanyê Dr. Mîreîlle Ngossso û ji rêxistina doxtorên sînornenas Hagen Ebensbrûnner cihê xwe girtin.

BORLANGE

Li ber biryara Meclîsa NCKD a bajarê Borlange ya Swêdê, bi pêşengtiya Federasyona Êzidî, Komeleya Çanda Kurd, Komeleya Çanda Kurd a Swêd çalakî hate kirin û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.

RENNES

Kurdistanî û dostên wan ên li Place de Marîe ya bajarê Rennes a Fransayê hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li Serêkaniyê protestokirin.

ATÎNA

Navenda Çanda Kurd li pêşiya Meclîsa Yewnanistanê li ser dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê standek vedabûn.

HELSÎNKÎ

Li bajarê Helsînkî ya Fînlandiyayê jî Kurdistanî ber bi Sefaretxaneyên DYE û Tirk ve meşiyan. Dîsa komîteya ji 3 kesan pêk dihat, dosyaya li ser dagirkeriya Tirk amade kiribûn pêşkêşî rayedarên YE’yê kirin.