BI DÎMEN

Nazim Yuce li Londonê bi girseyî hate bîranîn

Nazim Yuce (Egîd) ku ji Londonê heta bi çiyayên Kurdistanê bi hezkirina xwe ya ji welêt, wêrekî û welatparêziya xwe dihate naskirin û 25'ê Çileya 1998'an şehîd bû, li Londonê bi girseyî hate bîranîn.

Ji bo Nazim Yuce (Egîd) ku sala 1992'an ji Brîtanyayê tevlî nava refên PKK'ê bû û 25'ê Çileya 1998'an şehîd bû, li Navenda Civaka Kurd a Londonê bîranîneke girseyî hate lidarxistin.

Bîranîn ji aliyê Komîsyona malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd ve hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Di bîranînê de tim û tim dirûşma 'Şehîd Namirin' hate qîrîn û helbestên li ser Nazim Yuce yê ku bi wêrekî û hezkirina xwe ya ji welêt dihate naskirin, hatin xwendin.

Her wiha dokûmanterek li ser jiyana Nazim Yuce hate nîşandan. Bi taybetî hate ragihandin ku sala 1996'an li gel sermaya li Zagrosan ku ji ber wê lingekî wî hate jêkirin, bi coş, îrade û biryardariyeke mezin têkoşîna azadiyê meşand.

Devrîm Sara bi navê Meclîsa Jinê ya Jiyan axivî û destnîşan kir ku Egîd bi jiyana xwe bû pîvana welatparêziyê û got, "Îro jî têkoşîna wî ya efsanewî li Londonê tê vegotin. Hevalê Egîd bi dilsoziya xwe ya bi Kurdistanê re cudahiyeke mezin afirand. Ruhê wî timî li wê derê bû. Ji aliyê fîzîkî ve jî dixwest li Amedê be. Bi welê jî bû. Bîranîna wî rêya me ronî kir. Di şexsê hevalê Egîd de em şehîdên azadiyê hemûyan bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin."

Piştî axaftina Sara, Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peyamek ji bîranînê re şand ku hevrêyê wî yê têkoşînê bû û Nazim Yuce ji nêz ve nas dikir.

Abdî got, "Em bejna xwe bi rêzdarî li pêşberî şehîdên Kurdistanê ditewînin. Malbat û hevrêyên hevalê Egîd careke din silav dikin. Ji bo pêkanîna armancên şehîdên xwe em têkoşîna xwe ya dîrokî dimeşînin."

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Mîlanî jî anî ziman ku jaiyn, têkoşîna şehîdên Kurdistanê wateya jiyanê hîn mezin kirin û got, "Em dibêjin, ji keda herî biçûk heta bi rabûn û rûniştinê em ê hêjayî wê sozê bin ku me dane wan. Em soza xwe ya ji bo bicihanîna armancên şehîdên xwe dubare dikin."

Çalakiya bîranînê piştî axaftinan bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, strana 'Dûr neçe' ya ku di muzîka Kurdî de straneke naskirî ye' li ser Nazim Yuce hatiye gotin.