Navenda Civaka Kurd a Hanaû banga tevlîbûna çalakiyê kir

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaû ya piştî êrîşa nîjatperest a li dijî koçberan a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê û şûnde daxuyanî da, bang li hemû gelan kir ku li dijî faşîzmê bi hestyar û têkoşînê bikin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaû têkildarî êrîşa nîjatperest daxuyaniyek da. Li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî gelek kes li pêşiya komeleyê amade bûn. Daxuyanî li ser navê Hevserokê Meclîsa KAWA Emîn Denîz ve hate dayîn

Denîz balkişand ser êrîşên nîjatperest û anî ziman ku divê li dijî vê têkoşîneke hevpar bê kirin. Denîz bang li her kesê kir ku tevlî çalakiya ku wê saet 18:00’an li qada Marktplatzê bê lidarxistin bibin.

Di vê navê de Ferhat Unver ê yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabû kurê yek ji kedkarên Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Serpîl Temîz e. Di daxuyaniya li ser hesabê malperê ya înternet û tevnên civakî bi Kurdî, Elmanî û Tirkî ev daxuyanî hate dayîn: “Em pir xemgînin ku lawê yek ji kedkarên rojnameya me Serpîl Temîz Ferhat Unver di êrîşa li Hanaûyê de jiyana xwe ji dest daye. Di serî de ji malbata Temîz û Unver û dîsa hemû kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sibir û sersaxiyê dixwazin.”