NAV-YEK serdana greva Strasboûrgê kir
Rêveberên Navenda Komeleya Êzidî (NAV-YEK) serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li S trasboûrgê kir, peyama wê li her qadê Ocalan ê ku weke temînata azadiya gelan tê dîtin biparêzin, da.
Rêveberên Navenda Komeleya Êzidî (NAV-YEK) serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li S trasboûrgê kir, peyama wê li her qadê Ocalan ê ku weke temînata azadiya gelan tê dîtin biparêzin, da.
Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di roja 11’an de ye dewam dike.
RÊVEBERÊN NAV-YEK’Ê SERDANA ÇALAKIYÊ KIRIN
Navenda Komeleyên Êzidî yên Elmanya (NAV-YEK) ên îro serdana çalakiyê kirin, peyama wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê têkoşînê bilind bikin. Li gel rêveberê NAV-YEK’ê Medî Sagat ji rêveberên Meclîsa Gel a Walsrode Cûma Ozdogan û rêveberê Mala Êzidiyan a Heîdekreîs Eyup Savgat li gel gelek rêveberên Êzidî cihê xwe di serdanê de girtin.
‘OCALAN JI BO HEMÛ ÊZDIYAN XWEDÎ GIRÎNGÎ YE’
Li ser navê NAV-YEK’ê Medî Savgat axivî û destnîşan kir ku li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê çalakiyekî bi rûmet e. Savgat anî ziman ku NAV-YEK wê piştgiriya çalakiyê bike û bal kişand ku Ocalan ji bo hemû Êzidiyan xwedî girîngî ye.
Savgat bibîr xist ku civaka Êzidî ya ku êşên mezin kişandî li ser felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin kirine û xwedî li wî derketine û got: “Ji ber ku Ocalan ne tenê ji bo civaka Êzidî, ji bo hemû gelan xwedî girîngî ye.”
Medî daxuyakirin ku ji bo parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li hemû qadan têkoşînê bikin û bi vê yekê wê xwedî li şehîdan derbikevin. Savgat destîşan kir ku wê hem li Kurdistan û hem jî li Dîasporayê li her qadê çalakiyan xurt bikin.
‘EM Ê LI SER RÊYA ZEKÎ Û BÊRÎVANAN BIMEŞIN’
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ê çakvanê çalakiya grevê ku spasiya rêveberên NAV-YEK’ê kirin, bal kişand ser rola têkoşîna azadiya Êzidiyan. Koç anî ziman ku Ocalan ji bo Kurdên Êzidî xwedî cihekî taybet e û got: “Em jî wê li ser rêya Zekî Şengalî û Bêrîvan Şengalî de bimeşin. Ji bo Êzidxanekî xwedî sitatû û azad û Rêbertiyeke azad bi biryardarî em ê têkoşînê bikin.”