Namzeta PE'yê Incîr serdana çalakgerên li Swêdê kir

Namzeta Parlamentoya Ewropayê Evîn Incîr serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Swêdê kir.

Evîn Incîr ku tê payin ji bo Parlmentoya Ewropayê (PE) were hilbijartin çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan rabe, li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne.

Incîr got partiya wan piştevana gelê Kurd û HDP'ê ye, binpêkirina mafê mirovan a tifaqa faşîst a Erdogan û AKP'ê û êrîşa  li ser Kurdan rexne kir. Incîr got heke ew were hilbijartin wê binpêkirina mafan û komkujiyên li Kurdistanê û Tirkiyê bîne rojeva parlamentoyê.

Kurdistanî û dostê wan ku ji Gobeborg, Halmstad û Helsîngbrgê hatin û Duşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, di kon de ya li Meydana Odenplanê tecrîdê bi nivîsî û devkî nîşan didin û bang li raya giştî ya Swêd dikin ku bihistyar bin.

Şandeyeke çalakgeran li Parlamentoya  Swêdê tevlî bernameya salvegera 104'an a qirkirinê bû.

'EM XWE BERDIN MEYDANAN LI RÊBERTIYA XWE XWEDÎ DERKEVIN'

Ji çalakgeran Zîlan Butun got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd, ciwan, jin û hemû gelê cîhanê ye. Butun bang li ciwanan kir ku xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.

Her wiha Hevserokê NCKD'yê ya Skanê Ferman Sîverek jî got heke tecrîda li ser Ocalan  rabe atmosfera siyasî ya li Tirkiyê wê nerm bibe.

Sîwerek got, ''Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Mirov nikare mirovan tecrîd bike. Li ser Ocalan ku bûye vîna gel qet mirov nikare tecrîdê deyne'' û diyar kir, Kurd ti caran tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin.