Nakokiyên doza Stûttgartê

Li Stûttgartê di doza welatparêzên Kurd de îtîrafkar Ridvan O. îfadeyên berevajî hev da polîs û dadgehê.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê doz li Veysel S., Agît K. , Evrîm A., Ozkan T, û Cîhan A. hatibû vekirin îtîrafkar Ridvan O. di sê rûniştên dawîn de şahidî kir û pirsên heyeta dadgehê bersivand.

Derket holê ku îfadeyên îtîrafkar Ridvan O. yên berê û yên niha hev nagirin.

Îtîrafkar Ridvan O. çalakiyên çandî û têkiliyên bi saziyên Elewiyan jî xwest wekî ‘xebata rêxistinê’ li dadgehê bide qebûlkirin.

Parêzerê Ozkan T. Von Der Bernhes jî nîşeyên xwe yên derbarê îfadeyên îtîrafkar Ridvan O. pêşkêşî heyeta dadgehê kir.

Ridvan O. di îfadeya xwe  de ya li cem polîsan gotibû ku wî Ozkan T. qet nedîtiye lê di dadgehê de got ku ‘Ozkan T. beriya ku were revandin' ,wî ew dîtiye.’

Di rûniştina roja Pêncşemê de jî ji Ridvan T. hate xwestin ku çawa hatiye revandin û wêneyên cihên ew îddîa dike ku lê hatiye revandin, nîşanî wî hate dayin. Lê derket holê ku Ridvan O. vê derê bas nake û baş nayê bîra wî.

Heyetê rûniştin taloqî roja Duşemê kir.