Nabe ku alayên Rêberê Gelê Kurd Ocalan were sînordarkirin
Dadgeha Îdareya Bilind a Munsterê diyar kir ku sînordarkirina ala û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye.
Dadgeha Îdareya Bilind a Munsterê diyar kir ku sînordarkirina ala û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye.
Dadgeha Îdareya Bilind a Munsterê diyar kir ku sînordarkirina ala û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye û biryar da ku di çalakiyan de sînordakirina hejmara alayan nayê qebûlkirin.
Dadgehê diyar kir ku biryara sînordarkirina poster, ala û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye.
Di 10’ê Cotmehê de di Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê de wekî gelek bajaran li Kolnê jî li dijî tecrîda li ser Îmraliyê meşek hatibû lidarxistin. Beriya çalakiyê di serdana emniyetê de hatibû diyarkirin ku divê hejmara ala û posterên Ocalan li gorî hejmareke diyarkirî be. Organîzetorên çalakiyê îtîrazî vê biryarê kirin û ev biryar birin ji dadgehê re. Dadgeha Îdareyê diyar kir ku vê kirina polîsan li dijî hiqûqê ye.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka