NÛ BÛ-Mîr Tehsîn Beg di beşa lezgîn de ye

Ji lîderê rûhanî yê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê ragirtin.

Mîr Tehsîn Beg ê 89 salî piştî wefata bavê xwe Seîd Beg a sala 1944’an û şûnde bi sifetê ‘Mîr’ ê lîderê olî yê Êzidiyan tê naskirin.  Mîr Tehsîn Beg ê Serokê Konseya Menewî ya Bilind a Êzidiyan, ev demek bû li nexweşxaneyê dihate dermankirin.

Hatibû ragihandin ku Mîr Tehsîn wefat kiriye. Lê ev agahî hem ji aliyê malbat û hem jî ji aliyê nûnerên saziyên Êzidî ve hate rastkirin. Şêwirmendê Mîr Tehsîn Beg ê ji Çira TV re axivî, anî ziman ku rewşa Tehsîn Beg xirab e, li beşa lezgîn tê ragirtin. Daxuyaniyek bi heman şêwazî ji aliyê birayê wî ve jî hate dayîn.

Ji lîderê rûhanî yê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg, ji êrîşa sûîkastê ya sala 2004’an bi saxî rizgar bibû.