Muzakereya endamtiyê ya Tirkiye ya YE’yê hate rawestandin
Muzakereyên endamtiyê ya navbera YE-Tirkiye, bi erêkirina rapora Tirkiye ya li PE’yê hate rawestandin.
Muzakereyên endamtiyê ya navbera YE-Tirkiye, bi erêkirina rapora Tirkiye ya li PE’yê hate rawestandin.
Piştî gotûbêjên li Parlemetoya Ewropayê hate kirin û şûnde, li gel erêkirina rapora Katî Pîrî ya amadekirî, muzakereyên endamtiyê ya Tirkye-YE’yê hate rawestandin.
622 wekîl tevlî dengdanê bûn.
Rapor bi dengê 370 wekîlî hate erêkirin, 109 kes jî dengê red, 143 jî dengê bê alî bikar anîn.
Parlementera Hollandayî û Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî ya duh di gotûbêjên li PE’yê hate kirin de axivî, bal kişand binpêkirinê mafên mirovan, pêkanînên derhiqûqî û antî-demokratîk û hejmara kesên li Tirkiyeyê hatine girtin ji sed hezar kesî derbas kiriye. Pîrî bibîr xist ku ji bo rastkirina rewşa Brûksel û Strasboûrgê li gorî pêwîst rexen nehatine kirin.
Ji bo rawestandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re Koma Demokratîk a Xiristiyan pêşnûmeyek pêşkêş kiribû.
Serokê Demê yê Yekîtiya Ewropa û Rêveberên Komîsyona Yekîtiya Ewropa û Romanya anîbû ziman ku ji pêşketinên heyî bi fikar in.