MPKE: Divê Leyla Guven demildest were berdan
Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) ji Enqerê xwest ku Leyla Guven demildest were berdan.
Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) ji Enqerê xwest ku Leyla Guven demildest were berdan.
Li ser pêşniyara bûroya rêveber a MPKE'yê bi çarçoweya 'rojeva lezgîn' rapora têkilî Tirkiyê Çarşemê li komîsyonekê bi pirdengiyê hate qebûlkirin.
Rapor a bi sernavê, ''Li Tirkiyê rewşa muxalefeta polîtîk ku her diçe giran dibe û ji bo ku mafên van ên sereke di nav dewletekê de, ku endama Konseya Ewropayê ye were parastin, divê çi were kirin?'' ji hêla du raportoran ve hate amadekirin. Rapora ku bi lezgînî hatî amadekirin, ji hêla komîsyona kontrolê ya dewletên endam ve hate pejirandin. Tê payin ku li Desteya Giştî ya MPKE'yê were dengdan.
Di raporê de cih dane daxwaza Leyla Guven a di greva birçîbûnê de, ya li ser rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di raporê de ya ku ji hêla endama Koma Sosyalîsta MPKE'yê Marîanne Mîkko û endamê Xiristiyanên Demokrat Nîgel Evans ve hatî hazirkirin, hate gotin, ''Leyla Guven ji bo ku tecrîda li Imraliyê ya li ser lîderê damezirîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin'' ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Di raporê de her wiha daxwazên Guven û rewşa tenduristiyê ya Guven hate desetnîşankirin, hate gotin, bi asteke zêde ziyan li tenduristiya Guven çêbûye.
Di raporê de sûcdariyê li ser û rakirina destlênedanê hate destnîşankirin û hate xwestin demildest were berdan.
CIHÊ FIKARAN E
Di raporê de tê bibîrxistin ku Leyla Guven ev 78 roj in di greva birçîbûnê de ye û tê gotin, ''Parlamentereke hatî hilbijartin li heq bigere û li gel ku parlamenter e, bi mebesta ku li heqê xwe bigere neçar bimîne ku serî li çalakiyeke wiha bide ji hêla demokrasiyê ve cihê fikaran e.''
Di raporê de tê gotin li gel ku bi parlamenterî hatiye hilbijartin jî ji ber sedema axaftinên wê 'girtina wê ya di girtîgehê de nayê qebûlkirin'' û tê gotin Tirkiye ji dewleta hiqûqê, ji hilbijartinên serbest û azad, ji rêgezên cihêbûna hêzan, demokrasiya piranîxwaz, azadiya çapemeniyê û mafê mirovan dûr dikeve, tê xwestin ku dawî li vê rewşê were û li normên Konseya Ewropayê vegere.
DESTLÊNEDANA 156 PARLAMENTERAN HATE RAKIRIN
Rapor diyar dike ku parlamenter hatine mexdûrkirin, divê desthilata Enqerê zû vê rewşê biguherîne.
Di raporê de her wiha hate gotin ji hewldana darbeyê û vir be dewleta hiqûqê û demokraasiyê pir qels bûye, biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş hate bibîrxistin û hate xwestin ku tişta hewce were kirin.
RAPOR WÊ LI DESTEYA GIŞTÎ YA MPKE'YÊ WERE DENGDAN
Tê payin ku îro di navbeyna saet 15.30-17.00'an piştî gotebêjên li Desteya Giştî ya MPKE'yê rapor were dengdan û ji hêla MPKE'yê ve were qebûlkirin.