MOP: A dewleta Tirk dike qirkirin e

MOP a nerazîbûnên tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li Til Temirê dike da, berxwedan silav kir û bang li raya giştî ya cîhanê jî kir.

Partiya Azadî ya Mezopotam ya (MOP) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em êrîşa dewleta Tirk a li ser Til Temir a xwedî dîrokek qedîm a dem dirêj a civak Asûrî/Suryan û Keldanî yên li ser erdnîgariya Mezopotamyayê dijîn şermezar dikin.”

Her wiha MOP’ê berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê jî silav kir û şehîdên berxwedanê jî bibîr anî.

‘NE QIRKIRIN BE ÇI YE?’

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Eger ku her roj dewleta Tirk Til Temir û deverên din bombe dike, DAÎŞ, El Nûsra û OSO bi êrîşên xwe mirovan qetil dike, wan ji warên wan ên dîrokî dike der bû ne qirkirin be gelo çi ye?”

BANG

Di daxuyaniyê de bang li civakên Asûrî/Suryanî û Ermenî, navendên patrîk û saziyên dêran hate kirin ku divê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk biginînin cîhanê û helwesta pêwîst nîşan bidin. Her wiha bang hate kirin ku divê raya giştî ya cîhanê hê zêdetir nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a faşîst bide û dewletên cîhanê guşarê li ser Tirkiyeyê bide kirin.