Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) bi gotina "Xetere mezin e" da xuyakirin ku ew ê li dijî her cure êrîşên li ser şoreşa me ya jinê, bi taybet êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger, di parastina Rojava û Sûriyeya Xweser-Demokratîk de cih bigirin û bang li hemû gelan kir ku li dijî faşîzmê têbikoşin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Partiya me pirsgirêka Rojhilata Navîn weke pirsgirêka demokratîkbûyîn û bidestxistina azadiya polîtîk dinirxîne. Lêgerînên li ser bingeha cudahiyên neteweyî, dubendiyên mezhebî û îslama polîtîk di herkîna dîrokê de li şûna çareseriyekê, xitimandin û dijminatiya hevdû derxistiye holê.
Di sala 2011’an de di nava şert û mercên serhildanên gel ên li Rojhilata Navîn de gelê Rojava li ser bingeha rêveberiya gel a şoreşger-demokratîk rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Sîstema azadiya jinê ya li ser esasê wekhevî û azadiya gelan 14 sal in tevî hemû êrîşan li ser piyan e. Di vê pêvajoyê de li ser bingeha tifaqa gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Êzidî, Tirkmen û Ermenî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê li ser vê têgihiştinê û bernameyê çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn temsîl dike.
MLKP/Kurdistan li ser esasê parastina destkeftiyên şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ye. Têkoşîna ji bo avakirina sîstema şoreşger-demokratîk û azadiya jinê li Sûriyeyê erka xwe dibîne. Bang li kedkar, jin, ciwan û gelên me yên ji hemû baweriyên Sûriyeyê dike ku têkoşîna şoreşgerî, demokratîk bilind bikin.
Li dijî her cure êrîşên li ser şoreşa me ya jinê, bi taybet êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger, di parastina Rojava û Sûriyeya Xweser-Demokratîk de cih bigirin. Divê gelê me li her derê rêxistinbûna xwe mezin bike û xweparastina xwe misoger bike.
Em berxwedana bi rûmet a Rêveberiya Xweser û QSD’ê silav dikin. Baweriya me bi şervanên xwe yên ku li hemû çeper û bajaran li ber xwe didin heye.
Rejîma Esed hilweşiya. Lê xeterî mezin e. Desthilatdariya cîhadîst di rojevê de ye. Divê hikûmeta Afgan a hov û barbar a bi pêşengiya Talîbanê tu carî neyê jibîrkirin. JHer çi qasî DYE, Îngilistan, Îsraîl û dewleta Tirk dixwazin HTŞ’ê rewa bikin jî ev yek rastiya HTŞ’ê naguherîne.
Em bang li gelê xwe yê li Başûr û Rojhilat bi taybetî li Bakur û gelê xwe yê li dîasporayê dikin ku li dijî mêtingerî û faşîzma îslama polîtîk têbikoşin.
Em bang li hemû tevgerên sosyalîst, pêşverû, şoreşger, demokratîk, femînîst û ekolojîst ên cîhanê dikin ku li dora şoreşa Rojava bibin yek û ji bo qebûlkirina statuya Rojava li her qadê têkoşînê mezin bikin.
Em weke MLKP/Kurdistan em ê bi xwîn û canê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Şoreşa me ya Rojava ya ku ji bo wê bi hezaran şehîd û bi hezaran gazî çêbûn, wê bijî! Ev soza me ya ji bo gelê Efrînê ye ku zilmeke mezin li wan hatiye kirin, wê axa me ya dagirkirî were rizgarkirin."