Mizgefta Erdogan Elmanya şelihand

Mizgefta bi ser Erdogan ve bi belgeyên qelp bihayê 45 hezar Euroyî pereyên alîkariyê şelihandiye .

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp û ekîba wî dixwaze dîsa bi Elmanyayê re krîzeke qelp çêbike. Daxuyaniyên li pey hev ên Diyaneta Tirk û Wezareta Karê Derve ya Tirk û Erdogan ên li dijî Elmanyayê bi mebesta ku şelihandina mizgeftên Erdogan veşêrin têne dayin.

Duh Tayyîp li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal operasyona polîsên Elman a li ser Mizgefa Mewlana ya li Berlînê 'şermezar' kir û got ev, ''nîjatperestî û dijminatiya li Îslamê ye''.

Tayyîp her wiha li Kayseriyê jî li ser mijarê axivî û got, ''Ev rasterast dijminatiya li Îslamê ye.''

Çend mehên bihurî jî li Berlînê polîsan bi ser du mizgefên Erdogan de girtibûn û Çarşemê jî polîsên Elman li Kreuzbergê bi ser mizgefa Tayyîp a Mewlana de girtibûn.

Bi sedema ku van 3 rêveberên mizgeftên Erdogan bi şîrketên qelp şelihandin kirine operasyon li mizgeftê hate kirin.

Diyar bû ku 3 rêveberên mizgeftê 45 hezar Euro ku bi sedema koronayê bi çarçoweya alîkariyê hatibûn şandin avêtine bêrîka xwe û her wiha bi qasî 75 hezar Euroyî jî zirar dane dewleta Elman.

Her wiha ti heqê mizgeftan ku bi statûya komeleyan in, van alîkariyan qebûl bikin û nikarin alîkariyeke wiha bistînin, rastiya ku mizgefta bi navê Mewlana dewlet şelihandiye hê ji hêla Erdogan ve nehatiye gotin.

Li malên 3 rêveberên mizgeftê ku pereyên komkurî avêtine bêrîkê tenê 7 hezar Euro hatin dîtin, ev jî wê îhtîmalê ku pereyên din dabin AKP'ê zêdetir dike.

Ji hêla Teşkîlara Parastina Destûrê ya Elman ve mizgefa bi navê Mewlana weke 'taloke' û ''Îslamiya radîkal' tê dîtin û her wiha Hezîran û Gulanê du mizgeftên din jî bûbûn hedefa operasyonên polîsên Elman ku ev mizgeft weke nêzî çeteyên DAÎŞ'ê dihatin dîtin.