Mîtînga li pêşiya Parlementoya Ewropayê: Em ê tecrîdê bişkînin!

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ev çalakî di roja 31’emîn de didome û li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakiyek hate lidarxistin.

Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger didomin a ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin. Grevên birçîbûnê li Hewlêr, Galler, Strasboûrg û girtîgehan didome. Îro li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin.

Ji bajarên cihên yên Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre û Hollandayê Kurd û dostên wan hatin Strasboûrgê û di saet 13’an de mîtîng li dar xistin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êdî sebra gelê Kurd li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nemaye û divê CPT biçe serdana Îmraliyê.

14 çalakgerên ku li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ew jî hatin qada mîtîngê.

KARTAL: HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN EW Ê BERXWEDAN BIDOME

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal diyar kir ku gelê Kurd Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyan de ye û çareserî û aştî bi Ocalan re dikare pêk were. Kartal bal kişand ser vî tiştî ku ji bo pêşîlêgirtin berxwedana grevên birçîbûnê dewleta Tirk destûr daye ku Mehmet Ocalan biçe serdanê lê çalakgeran diyar kirine heta ku tecrîd were rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Di mîtîngê de li ser navê Înîsîyatîfa Azadî ji bo Ocalan axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku hevdîtina kurt a bi Ocalan re wan têr nake û armanca wan ev e ku tecrîd were şikandin.

KOÇ: HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN EW Ê GEL AZAD NEBIN

Çalakger Yuksel Koç jî di mîtîngê de axivî û got ku, “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bigihîn serkeftinê. Heta ku tecrîd neyê rakirin ew ê gelên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê azad nebin.”

Endamên Yenî Kadin, YDG, ATÎF û DAB’ê 9 kes jî ji bo piştgiriyê li Frankfûrtê ketibûn greva birçîbûnê. Çalakgerên greva birçîbûnê îro ew jî hatin Strasboûrgê û piştgirî dan çalakiyê.