Mike Arnott: Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e
Serokê Konsfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott got, "Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Fikrê Abdullah Ocalan li cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye."
Serokê Konsfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott got, "Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Fikrê Abdullah Ocalan li cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye."
Di asta navneteweyî de peyamên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Serokê Konfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott xwediyên xelata Nobelê silav kir ku li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe.
Arnott bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy ê ji Medya Haberê û got, "Ji bo misogeriya aştiyê, azadiya Abdullah Ocalan şert e."
Arnott got, "Ev kesayet gelekî girîng in, navên ku cîhanê ew pejirandine rabûn ser piyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin û xwestin, meseleya rejîma Tirk bi hevdîtina bi PKK'ê re meseleya Kurd çareser bike. 69 xwediyên xelata Nobelê jî bi rengekî rasteqînî û mantiqî zanin ku rûniştina li dora maseya diyalogê ya PKK û dewleta Tirk bêyî Ocalan nabe. Haya xwe ji nasname û rola bêhempa ya Ocalan heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bêyî misogerkirina azadiya Ocalan gaveke bi tenê jî nikare bê avêtin. Li dora maseyeke gengaz a diyalogê, Ocalan yekane nûnerê gelê Kurd e. Ocalan yekane kesayet e ku pêvajoyeke gengaz a aştiyê dibîne û ji bo karibe li dora vê maseyê rûnê divê tavilê bê berdan."
Arnott got, "Li tevahiya cîhanê têkildarî rewşa Ocalan êdî mirov xwedî agahî ne. Haya her kesî ji qîmet û girîngiya rêbertiya wî heye. Paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji tevahiya înîsiyatîfên şoreşger û pêşverû re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji polîtîkayên demokratîk, şoreşger û radîkal re. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd Ocalan kesayetê diyarker e."