Mîhrîcana Dengên Arkaîk li Romayê hat lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê, Mîhrîcana Dengên Arkaîk hat lidarxistin.
Li paytexta Îtalya Romayê, Mîhrîcana Dengên Arkaîk hat lidarxistin.
Li paytexta Îtalya Romayê bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê ya Îtalya, Rete Jin, Rete Kurdistan, Navenda Ararat, ni una minos Roma û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve Mîhrîcana Dengên Arkaîk li Teatro Biblioteca Quarticcioloyê hat lidarxistin. Mîhrîcan ji bo bîranîna Rojnamevan û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin, hat lidarxistin. Zêdetirî 250 kes tevlî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de panel hat lidarxistin. Panel ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ya Îtalyayê ve hat birêvebirin. Di panelê de di çarçoveya kampanya “Ji Nagîhan Akarsel re edalet” deklerasyona 150 jinên akademîsyen, nivîskar, çalakvan û feminîst hat xwendin. Di deklerasyonê de banga li hemberî êrîşên li ser jinan hişiyar bin hat kirin.
Piştre li ser jiyana Nagîhan Akarselê broşur hatin belavkirin û danesîna pirtûkxaneya Jinên Kurd û projeya Xwebûn a bi pêşengiya wê hat avakirin hat kirin.
Beşa duyemîn a mîhrîcanê bi stranên komên muzîkê yên jinan, perfonmasa reqsê ya Sara Di Salvo û Emanuela Vitale berdewam kir.
Di mîhrîcanê de beşek ji nivîsên Nagîhan Akarselê bi zimanê Îtalî hat xwendin.