Meşvanên enternasyonalîst: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja çeremîn de li Selestatê berdewam kir.
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja çeremîn de li Selestatê berdewam kir.
Meşa dirêj a enternasyonalîstan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 11’ê Sibatê de li bajarê Basel ê Swîsreyê bi tevlêbûna 200 enternasyonalîstên ji 13 welatan dest pê kir. Enternasyonalîstan li bajarên Basel, Saînt-Lûîs, Mulhouse û Colmarê meşiyan û di roja çaran de gihiştin Selestatê.
Beşdarên Meşa Enternasyonalîstan diyar kirin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Enternasyonalîstan, bi meş û çalakiyan bal kişandin ku îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.
Meşa ku li Colmarê di roja çaremîn de dest pê kir, li navenda bajarê Selestatê berdewam kir. Meşvanan li ber Şaredariya Selestatê mîtîngek li dar xistin û li wir daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de rola komployên hêzên navneteweyî di Komploya Navneteweyî ya ku ketiye sala xwe ya 25’an de û pêvajoya wê ya dîrokî jî hate nirxandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi qirkirin û dagirkeriyê bersiv daye bangawaziyên çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û hate gotin: "Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye."
Şaxa meşê wê di nava rojê de li Strasboûrgê bimîne. Di 15’ê Sibatê de wê meşvan bi şaxên Meşa Dirêj a Parîs û Mannheîm re bên cem hev û li bajêr meşeke girseyî li dar bixin.
Enternasyonalîstan ji bo çalakiya ku saet di 12:00’an de li Qada Daphîneyê ya Konseya Ewropayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.