Meşvanên Azadiyê ‘Konferansa Rêbertî’ lidar xistin
Meşên azadiyê ku li Ewropayê ji sê navendan destpê kir, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê roja 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngekî bi dawî bû. Meşvanan piştî rojekî ‘Konferansa Rêbertî’ lidar xistin.
Meşên azadiyê ku li Ewropayê ji sê navendan destpê kir, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê roja 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngekî bi dawî bû. Meşvanan piştî rojekî ‘Konferansa Rêbertî’ lidar xistin.
Fînala Meşa Azadiyê ku li Parîsê ji bo bal bê kişandina ser komploya 25 salan 25 kesan qasî 25 rojan domand, ciwanên Kurd li bajarê Manheîm ê Elmanyayê 10’ê Sibatê, ji 13 welatan 200 enternasyonalîstan li bajarê Basel ê Swîsreyê dan destpê kirin, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate kirin.
Meşvanên ku li Strasboûrgê hatin ba hev, li Place Daûphîn’ê hatin kom bûn û heta li ber Konseya Ewropayê meşek lidar xistin. Di tevahiya meşê de dirûşme hatin berzkirin, bi xebatên girseyî yên hatin meşandin têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî 15’ê Sibatê raya giştî hate agahdarkirin.
Di meşê de desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst hate protestokirin. Meş li ber Konseya Ewropayê bi dawî bû.
Li vir mîtîng hate kirin û di axaftinên hatin kirin de komploya navneteweyî hate şermezarkirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst li hemberî hemû jiyana zindî gefeke mezin çêdike û qala girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan a ekolojî, azadiya jinê û modernîteya demokratîk hate kirin.
Hat diyarkirin ku wê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîn bê meşandin û car din bi dengekî bilind daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.
Meşvanên Azadiyê 16’ê Sibatê ‘Konferansa Rêbertî’ organîze kirin.
Mêhvanên beşa destpêkê ya konferansê endama TJK-E’yê Medya Botan û ji ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî’ Zulfu Bîngol bûn. Konferans ji du beşan pêk tê.
Medya Botan qala têkoşîna gelê Kurd û jinan a li dijî komployê kir.
Medya Botan qala greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî kir û got heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, wê têkoşîn bidome.
Zulfu Bîngol, jî behsa pêvajoya destpêkirina komployê kir û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê maye bibîr xist.
Zulfu Bîngol got, "Li Romayê enternasyonalîstan 10 rojan li dora Rêbertî xelekek ava kirin. Gelê Romayê bi gelê Kurd re hevgirtineke mezin nîşan da. 10 rojan enternasyonalîst li kêleka gelê Kurd ên ku li dijî komployê herikîn Romayê, sekinîn. Wan hemû pêdivî pêşwazî kirin û çalakî organîze kirin.”
Bîngol, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re gotiye, "Gelê Ewropayê niha me fêm nake. Lê belê ciwanên wê dê me gelekî baştir fêm bikin" û da xuyakirin ku enternasyonalîstên ku meşa azadiyê dewam kirin û li Rojava şehîd bûn, îsbata vê biryardariyê ne.
Di beşa duyemîn a konferansê de jî wê yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Omer Guneş mêvan be. Guneş, wê di vê beşê de behsa roja pêşî ya komployê û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ku çawa tê birêve birin, berfirehiya êşkenceya sîstematîk; bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dewleta Tirk çawan hiqûqa navneteweyî û destûra xwe ya bingehîn binpê dike, wê bîne ziman.