Meşa Yekîtiya Netewî: Guh bidin daxwazên gelê Kurd!

Meşa Yekîtiye Netewî ya Lozan-Cenevre ku ji 4 beşên Kurdistanê bi sedan kes ku di nava de hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar hene, bi bangewaziya yekîtiya netewî bidawî bû. Beşdarên meşê peyama “Berjewendiyên Kurdistanê li ser her cûre siyasetê ye” dan.

Ji 4 beşên Kurdistanê ku di nava van de bi sedan kesayetên siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, sazî û nûnerên partiyên siyasî hene, meşa yekîtiya netewî ya ji bajarê Lozan a Swîsreyê hata bi Cenevreyê hatibû destpêkirin, bang li partiyên Kurd kirin ku ji bo yekîtiya netewî werin gel hev. Meş bi banga yekîtiyê bi dawî bû.

Beşdarên Meşa Yekîtiya Netewî ku di roja duyemîn de ji Place de Neuve ya Cenevrê dest bi meşe kirin, bi pankartên bi nivîsên “Ji bo têkbirina dagirkeriyê yekîtiya netewî ava bikin” û “Li dijî dagirkeriyê Rojava biparêze” heta pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevrê meşiyan. Di meşê de berdewam drûşmên “Bijî yekîtiya Kurdan” û “Li dijî dagirkeriyê Rojava biparêze” hatin berzkirin. Her wiha peyama “Ji bo ku sedsalekî din di bin mêtîngeriyê de nejîn divê yekîtiya netewî lezgîn were avakirin” hate dayîn. Di heman demê de bi dirêjahiya meşê li ser êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bal hate kêşandin û ji her kesî hate xwestin ku li dijî dagirkeriyê li ser piyan bin.

Beşdarên meşê derbarê yekîtiya netewî bang li hemû partiyên Kurdî yên li 4 beşên Kurdistanê kirin ku berpirsiyartiya dikeve ser milê wan pêk bînin. Her wiha peyama “Li dijî mêtîngerî û dagirkeriya Tirk, Iraq, Îran û Sûriyê, avakirina yekîtiya netewî ya Kurdan xwedî girîngiyekî dîrokî ye” hate dayîn.

ÇELÎK: DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM YEK BIN

Meşa Yekîtiya Netewî ya du rojî li ber ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtînga pêkhatî de li ser navê beşdarên meşê, destpêkê li ser navê FEDA’yê Songûl Çelîk axivî. Çelîk îşare bi polîtîkayên mêtîngerî û dagirkeriyê ku li Kurdistanê tên ferzkirin kir û got: “Em dikarin bi hatina gel hev mêtîngerî û dagirkeriyê rawestînin. Yên ji 4 beşên Kurdistanê hatine gel hev û li wê derê di wan du rojan de daxwazên xwe ya yekîtiya netewî anîne ser ziman. Divê hemû alî bersivê bidin wê deng û daxwaziyê.” Her wiha Çelîk bal kêşa ser êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojava û anî ziman ku pêwîste 4 beşên Kurdistanê bi awayekî yek, Rojava biparêze.

ŞAKIR: KURDISTAN JI HER SIYASETÊ BI NIRXTIR E

Piştî Çelîk li ser navê Rojava Cano Şakir bi bangewaziya ango hemû pertiyên Kurdî yên li her 4 beşên Kurdistanê yekîtiya netewî ava bikin, dest bi axavtina xwe kir. Şakir got: “Kurdistan ji hemû partiyên siyasî bi nirxtir e. Di wê wateyê de divê berjevendiyên siyasî li kêlekekî deynin û Kurdistanê biparêzin. Em ji partiyên xwe hes dikin lê nirxên Kurdistan û gelê Kurdistanê ji her tiştî bi nirxtir e. Divê ti kes ji yekîtiyê nerewe.”

ÎGREK: EGER EM YEK BIN EM Ê DAGIRKERIYÊ JI KURDISTANÊ DERXÎNIN Û BIAVÊJIN

Li ser navê Meclîsa Dîaspora a Şengalê Fîkret Îgrek jî îşare bi berdêlên ku gelê Kurd li Rojava û Şengalê dayî kir û got: “Îro dewleta Tirk a dagirker li Rojava komkujiyan dike û dixwaze Kurdistanê dagir bike. Erdogan bi çeteyên xwe we dixwaze dîrok û nirxên gelê Kurd talan bike. Li dijî wê ti partiyekî Kurd nikare bêdeng bimîne. Em li pêşiya NY’ê ne lê em hêviya xwe ne bi NY’yê, bi têkoşîna xwe û gelê xwe tînin. Hinceta hebûna me, berxwedaniya li Kurdistanê tê dayîn e. Di wê wateyê de em li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê bi avakirina yekîtiya netewiya xwe bawer dikin. Eger em ji Muhabadê heta bi Hewlêrê, ji Hewlêrê heta bi Qamişloyê û ji Qamişloyê heta bi Amedê yekîtiya xwe ava bikin, em ê dagirkeriyê ji Kurdistanê derxînin û biavêjin.”

‘KURDISTAN LI SER HEMÛ SIYASETAN RE YE’

Piştî Îgrek di axavtinên ku li ser navê PJAK, Enstîtûya Kurd û Jinên Azad hate kirin jî bangewaziya avakirina lezgîn a yekîtiya netewî li partiyên Kurd ên 4 beşên Kurdistanê hate kirin. Di axavtinan de bal hate kêşandin ku Kurdistan li ser hemû siyasetan re ye. Heman deme di serî de bang li NY û hemû saziyên navnetewî hate kirin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.

“EM Ê PARASTINA GELÊ KURD BIDOMÎNIN”

Li aliye din Serokê Giştî yê berê yê Partiya Keskan a Swîsreyê Uelî Leuenberger û Endamê Meclîsa Şaredariya Cenevreyê Alfonoz Gomez ku bi tevlîbûnên xwe ya meşê piştgirî dan gotin ku di bin her şert û mercî de wê parastina mafên bingehîn ên gelê Kurd bidomînin. Siyasetmedarên ku gotin avakirina yekîtiya gelê Kurd a di navbera xwe pir girîng e û diyar kirin ku divê dewletên Rojavayî li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojava bikeve nava tevgerê.