Meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li Dusseldorfê didome

Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê ya 2 rojî ku duh hatibû destpêkirin, ruxmê sermayê bi tevlîbûna sedan kesan dom kir.

Li bajarê Dusseldorfa Elmanyayê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî di 22’emîn salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi pêngava ‘Dem hatiye’ meşa 2 rojî ya duh hatî destpêkirin, ruxmê sermayê jî doma.

Bi sedan kes ji Dusseldorf, Koln, Dûîsbûrg, Dortmund, Buelefeld, Mûnster û Aachen ê tevlî vê meşê bûn û pankartên “Dem dema azadiya Abdulah Ocalane” bilindkirin.

Di saetên sibehê de Kurdistaniyên li ber parlamentoya eyaletê kombûyîn, di roja duwem ya çalakiyê de ber bi navenda bajar ve tevgerkirin.

Meş, wê di saet 14.00’an de li ber DGB Haus ê bizivire çalakiya protestokirina komploya navnetewî.