'Meşa Enternasyonalîstan' di roja çaremîn de ye

Meşa Dirêj a Enternasyonalîst a 8'emîn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd destpê kir, ber bi Strasboûrgê ve di roja çaremîn de ye.

Meşa Enternasyonalîst a 8'emîn ku 11'ê Sibatê li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir, di roja çaremîn de li bajarê Colmar ê Fransayê dewam kir.

Meş bi coşeke mezin dewam dike. Enternasyonalîstan diyar kirin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Enterasyonalîstên ku êlekên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" yên bi zimanên Îngilîzî, Fransî û Elmanî li xwe kirine, alên PKK'ê û wêneyên Abdullah Ocalan hildidin.

Meşa ku roja destpêkê bi daxuyanî, meş, nîşandana dokûmantera Hêza û bi stranan destpê kir, di roja duyemîn de gihîşt bajarê Saînt-Loûîs ê Fransayê.

Ciwan li bajarê Sîerentzê jî bi qasî 20 kîlometreyan meşiyan û di çarçoveya kampanya "100 hezar qertpostal ji Îmraliyê re" qert ji Îmraliyê re şandin.

Roja sêyemîn a meşê li ber Gar a Navendî ya Mûlhoûseyê destpê kir. Enternasyonalîst bi qasî 15 kîlometreyan meşiyan û gihîştin bajarokê Wîttelsheîmê.

Heman rojê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkaya qirkirinê broşurên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Enternasyonalîstan kampanya xwe ya şandina qertan jî dewam kirin.

Roja çaremîn a meşê ku li bajarê Colmar ê Fransayê destpê kir wê heta Selestadê dewam bike.