BI DÎMEN

Meşa Entarnasyonalistan roja xwe ya yekem li pey xwe hişt

Roja yekem ya enternasyonalîstan bi meş, pêşandana belgefîlm û bi mûzîkê bi dawî bû.

"Meşa Dirêj a Enternasyonalîst a ji bo azadiya Abdullah Ocalan" ku ji sala 2017'an û vir ve her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, li qada Theaterplatz a bajarê Basel ê Swîsreyê dest pê kir. Piştî daxuyaniya li vir çalakvanan bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn jî ji bo piştgiriya enternasyonalîstan meşiyan.

Çalakvanan di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar qertpostal” qert şandin.

Pişt re heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Basel) meşiyan û roja yekem a çalakiya xwe bi dawî kirin.

Li salona konferansê ya CDK-Baselê, belgefîlma derhêner Denîz Derya ya bi navê "Hêza" ku behsa jiyana jineke Êzidî ya li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hatiye girtin û piştî rizgarkirinê tevlî YPJ’ê bûye û li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye, hate temaşekirin.

Her wiha sînevîzyona ku ji aliyê Fermandara Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengal ve ji meşa enternasyonalîst re şandibû hate nîşandan. Piştî peyama Hêza Şengal salon rabû ser piyan û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kir.

Çalakî bi stranên gelêrî yên koma muzîkê ya Navenda Çanda Basel Medê bi dawî bû.

DÊ SIBE LI FRANSAYÊ BIMEŞIN

Sibe saet di 09.00’an de Enternasyonalîst dê li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Lûîs ya Fransayê kom bibin û heta bajarê Sierentzê bimeşin. Êvara roja duyemîn jî wê li Navenda Çanda Kurd a Mulhouseê panela bi navê "Konfederalîzma Jinên Cîhanê" bê lidarxistin.