SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Li bendava Tişrînê di encama van êrîşên di navbera 8 û 30 Çileyê de 23 sivîl şehîd bûn û 220 sivîl jî birîndar bûn. Ji 8'ê Çileyê heta 1'ê Sibatê li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18 sivîl şehîd bûn û 38 sivîl jî birîndar bûn. Bi vî awayî di 5 rojan de 41 sivîl şehîd bûn û 258 sivîl jî birîndar bûn.
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Firatê Ehmed Dawûd û Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Sozdar Elî êrîşên dewleta Tirk û encamên wan ji ANF’ê re nirxandin.
DIXWAZIN ÇAVÊ GEL BITIRSÎNIN
Ehmed Dawûd diyar kir ku êrîşên dijwar ên li ser bendava Tişrîn, pira Qereqozax û başûrrojavayê Kobanê didomin û ji bilî çekên giran û SIHA'yan balafirên şer jî tên bikaranîn. Ehmed Dawûd destnîşan kir ku ji gundan bigirin heta navendên bajaran sivîl rasterast hedef hatin girtin û wiha axivî: "Ji ber êrîşên li ser Bendava Tişrînê, Kantona Firatê bê av û kareba ma. Dixwazin bi hedefgirtina bajarên me yên ewle û aram di nav gel de tirs û xofê biafirînin.
JI BO KOMÎSYONA NY'Ê BELGE HATIN PÊŞKÊŞKIRIN
Ehmed Dawûd da zanîn ku wan wekî Komeleya Mafên Mirovan delîlên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistine û wiha got: "Tîmên me diçin cihê bûyerê û delîlên êrîşan derdixînin. Di encama her êrîşê de hejmar û wêneyên birîndar, şehîd û ziyanên madî têne qeydkirin. Agahî ji malbatên şehîd û birîndaran û şahidan tên girtin û hemû agahî tên belgekirin. Me delîl û belgeyên êrîşên ku dewleta Tirk ên ji 8’ê Kanûna 2024’an ve didomîne pêşkêşî Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî kir."
DEWLETA TIRK PEYMANAN BINPÊ DIKE
Ehmed Dawûd destnîşan kir ku ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe Peymana Cenevreyê binpê dike ku armanca wê di şerî de û piştî şerî de parastina mafên mirovan e û wiha got: “Peymana Cenevreyê parastina sivîlan ferz dike. Li vir êrîşên ku rasterast sivîlan dikin hedef pêk tên. Hedefgirtina. tîmên tenduristiyê û birîndaran jî sûcê şerî ye. Hem wesaîtên tenduristiyê hedef tên girtin hem jî gelek caran êrîş li birîndaran tê kirin. Wekî tê zanîn ambûlansa Heyva Sor a ku birîndar dibirin jî bûbû hedefa dewleta Tirk a dagirker.
STASYONA AVÊ JÎ DIKIN HEDEF
Ehmed Dawûd da zanîn ku divê sazî û rêxistinên navneteweyî li hember êrîşên sûcên şer yên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li gundên Hiriyê, Til Îbrê, Cedê Mixara, Xerûs, Dîkan ên Kantona Firatê 5 dibistan, santralên elektrîkê, embarên genimî û stasyona avê li Eyn Îsayê hatin hedefgirtin. Ev hemû sûcên şerî ne ku ev mînakên ku min dane tenê çend ji wan in. Loma naabe ku sazî û rêxistinên eleqedar bê bersiv bimînin."
TÎMÊN TENDURISTIYÊ RASTERAST DIBIN HEDEF
Sozdar Elî jî anî ziman ku Heyva Sor a Kurd saziya alîkariya mirovî û rêxistineke sivîl e û wiha axivî: "Em di rewşên lezgîn de em di cih de tevdigerin. Ambûlansên me bi giştî di dema êrîşên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî yên li ser Bendava Tişrînê, 24 saetan berpirsyariyên xwe bi awayekî çalak bi cih tînin. Mixabin ambûlansên Heyva Sor a Kurd jî dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker. Tîmên tenduristiyê yên diçûn alîkariya birîndaran bûne hedef. Di encama van êrîşan de di 12'ê Kanûna 2024'an de ambûlanseke girêdayî Saziya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hedefgirtin û şoforê ambûlansê şehîd bû. Di 18'ê Çileyê de jî ambûlansa Heyva Sor a Kurd bû hedef û ji xizmetê ket. Saziya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku ji 5 ambûlansên ku hatine hedefgirtin 2 bi temamî ji kar ketine û 3 kedkarên tenduristiyê şehîd û 3 jî birîndar bûne."
DIVÊ ERÎŞ DEMILDEST BÊN RAWESTANDIN
Sozdar Elî bal kişand ser wê yekê ku hedefgirtina birîndar, tîmên tenduristiyê, ambûlans û sivîlan li gor hiqûqa navneteweyî sûcê şerî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dema ku divê em birîndarên rewşa wan lezgîn rakin nexweşxaneyê, em rastî êrîşan tên. Ji ber vê jî neqilkirina birîndaran ji bo nexweşxaneyê dereng dikeve. Loma metirsiya jiyana birîndaran zêde dibe. Ne tenê ambûlansên me hedef tên girtin, her wiha nexweşxaneyên me yên mobîl jî zirarê dibînin. Divê êrîşên dewleta Tirk a dagirker demildest bên rawestandin."