41 rêxistinên çapemeniyê bang kirin ku rojnamegerên li Tirkiyeyê hatine girtin bêne berdan û çalakiyên pîşeyî bêne parastin.
Li gor daxuyaniyê ji destpêka sala 2025'an heta niha li dijî rojnamegeran zêdebûna binçavkirinên kêfî, girtin, bergiriyên kontrola darazê û mehkûmkirinê, li ser navê hebûna çapemeniya serbixwe û derdora nîqaşên demokratîk gefeke mezin e.
Saziyên çapemeniyê, metirsiyên xwe yên ji ber zêdebûna binpêkirinên li hember çapemeniya azad ên ku di serdema dawî de li Tirkiyeyê giheştine asteke bilind anîn ziman û diyar kirin ku ev ji bo sala nû destpêkeke bi pirsgirêk e.
Di Çileya 2025'an de herî kêm 9 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 jê bi cezayê hepsê hatin darizandin û 5 jê hatin girtin. Her wiha derbarê 23 rojnamegeran de jî lêpirsîn hate destpêkirin û rojnamegerek rastî astengiya polîsan hat.
Di daxuyaniyê de cih dan gelek bûyerên girtin û zexta li dijî rojnamegeran û wiha aht gotin: "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gor rêzgezên edaletê tevbigerin, rojnamegerên ku rastî binçavkirin û girtinên keyfî hatine serbest berdin û rola rojnamegeriyê ya teşwîqkirina nîqaşên li ser berjewendiyên raya giştî û demokrasiyê biparêze."
Navê saziyên daxuyanî îmze kirine wiha ne:
"Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteeyî (IPI), Yekîtiya Rojnamegerên Ewropî (AEJ) Cemîyeta Navneteweyî ya Rojnamegerên AEJ Belçîka, AEJ Bulgaristan, Komîteya helsînkiyê ya Bulgaristanê, PEN'a Katalanê, Navenda Medya, Agahdarî û Lêkolînên Civakî ya Gurcistanê (CMIS), Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), PEN'a Danimarkayê, Navenda Azadiya Çapemeniyê û Medyayê ya Ewropayê (ECPMF), Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ), Freedom House, Komeleya Medyaya Biyanî (FMA Türkiye), Rêziknameya Etîka Rojnamegeriyê ya Gurcistanê, IFEX, Index on Censorship, Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ), PEN İrlanda/PEN na hEireann, Kurdish PEN, Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Komeleya Medya û Koçberiyê (MMA), Weqfa Pêşveçûna Medyayê (MDF), Netgazeti / Batumelebi, OC Medya, P24 Platforma Rojnamegerên Serbixwe, Armãn PEN, PEN'a Amerikayê, Navenda PEN'a Bosna û Hersekê, PEN'a Esperantoyê, PEN'a Navneteweyî, PEN'a Melbourneyê, PEN'a Norweç'ê, PEN'a Québecê, PEN'a Swêdê, PEN'a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Pêşverû (PJA), PEN'a , San Miguel, Rêxistina Medyayê ya Başûrrojhilatê Ewropayê (SEEMO), Navenda PEN'a Viyetnamiyên Derveyî Welatî, Rojeva Çêkirî."