Xamaney lîderê Hîzbûllahê kir nûnerê xwe yê li Lubnanê

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê Tasnîm, lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney lîderê Hîzbûllahê Naîm Qasim kir nûnerê xwe yê li Lubnanê.

Naîm Qasim ketibû şûna lîderê berê yê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah ku li banliyoyên başûr ên Beyrûdê di dawiya meha Îlonê de di bombardûmana Îsraîlê de hatibû kuştin.

Tehran piştgiriya malî û leşkerî dide partiya Şîa Hîzbûllah a li Lubnanê ku li dijî Îsraîlê ye.

Ajansa Tasnîmê bêyî ku agahiyên berfireh biweşîne biryarname ragihand û diyar kir ku lîderê olî Ayetûllah Alî Xamaney, Naîm Qasim kiriye nûyerê xwe yê li Lubnanê.

Di biryarnameyê de eleqeya ji bo 'karên olî' jî yek ji berpirsyariyên Naîm Qasim hate destnîşankirin.

Xamaney ku di hemû mijarên stratejîk ên Îranê de xwedî mafê gotinê ye, li hemû eyaletên welêt xwedî nûneran e ku ji komkirina fonên olî berpirsyar in.

Hîzbûllah wê di 23'ê Sibatê de ji bo lîderê xwe yê berê Hasan Nasrallah merasîmeke cenaze lidar bixe.

Nasrallah ku 30 salan serkêşî ji tevgerê re dikir, Hîzbûllah ji aliyê cebilxaneya leşkerî û bandora wê ya herêmî ve bi pêş ve biribû.