Meşa du rojan a ji Darmstadt heta Wiesbadenê bi dawî bû

Kurdistaniyên li Eyaleta Hessenê meşeke 2 rojan li dar xistin. MEşvanan li ber Parlamentoya Hessenê ev tişt anîn ziman: “25 salên me bi berxwedanê derbas bûne, heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê berxwedana me bidome."

Kurdistaniyên ku duh li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibata 1999’an û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberû Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş dabûn destpêkirin, heta ber rawestgeha trenê ya Groß-Gerau ya Luisenplatzê ku qada herî qelebalix e, 20 kîlometre meşiyan. 

Çalakgeran îro saet di 10.00’an danê sibê de ji ber gara trenê ya Rûsselsheîmê heta bajarê Wîesbadenê ku parlementoya Eyaleta Hessenê lê ye meşiyan.

Li vir Hevserokê Federasyona FCDK-KAWA Mehmet Çopan axaftinek kir û got: “Destê dewletên Ewropayê bi taybetî DYA û Îsraîl di Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de heye. 3 sal in ji Rêber Apo yê li Îmraliyê ku sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê tê meşandin, tu agahî jê nayê. Hemû mirovên birûmet, di serî de em Kurdistanî her roj, her saet vê komployê protesto dikin.

Armanca meşa me ya du rojan a ji Darmstadt heta Wiesbadenê, şermezarkirina komployê û daxwaza  azadiya Rêbertiya me ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî divê mafê hêviyê piştî 25 salan bê dayîn; ev maf ji Rêberê me re nayê dayîn. Rêber Apo 25 sal in li dijî vê êrîşê di zindanê de bêwestan li ber xwe dide. 25 sal in em li ber xwe didin û heta ku Rêberê me azad bibe wê berxwedana me bidome.”

Hevserokê Federasyonê Çopan bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşa dîrokî ya ku 2 roj şûnde li Kolnê bê lidarxistin bibin û got, "Em ê li wir bi dengekî bilind bibêjin, 'Rêber Apo ne bi tenê ye, bi milyonan gelê Kurd û hevalên Kurd li pişt wî ne."

Meşa du rojan bi berxkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.