BI DÎMEN

‘Meşa Dirêj’ li Nancyê didome

"Meşa Dirêj" ku li Lorientê ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir, di roja 21’an de li Nancyê didodme.

"Meşa Dirêj a 26 rojan" ku li Lorientê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest pê kir, di roja 21’an de li Nancyê didodme. Meşvanên gihiştin qada Avenue de l'Europe á Laxou ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin.

Meşvanan û girseya gel li vir govend gerand û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana QSD” û “Azadî ji Ocalan re, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”berz kirin.

Ji vir meşvan ber bi qada Place Simone Veil a Nancyê ketin rê. Li vir meşvanan daxuyanî xwend û banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê kir. Di bangê de wiha hate gotin: Meşa me di roja 26’an de didome. Em îro bi we re ne. Ji bo tevlîbûn û coşa we em spas dikin. Em weke gelê Kurd di demek dîrokî re derbas dibin. Em gelek nêzî encama pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bûn. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em vê çalakiyê pêktînin. Em di sala 26’emîn de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. 15 Sibatê wê bibe mîlad. Di şexsê Rêber Apo de me ê azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi dest bixin. Em ê di 15’ê Sibatê li Strasbourgê dawî li çalakiya xwe bînin. Em ê bi vê coşa we di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê dîroka azadiyê binvîsin. Em her kesî vedixwînin himbêzkirina azadiyê.”

“Meşa Dirêj” wê di roja 22’an de li bajarê Metz ê Fransayê bidome.