Meşa dirêj îro li bajarê Esslîngenê bû
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanan û enternasyonalîstan di 5’ê Sibatê de li bajarê Hanaûyê meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Meşa dirêj îro li bajarê Esslîngenê bû.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanan û enternasyonalîstan di 5’ê Sibatê de li bajarê Hanaûyê meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Meşa dirêj îro li bajarê Esslîngenê bû.
Çalakiyên protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didome. Her sal meşên dirêj dihat lidarxistin, îro jî li her bajarî çalakî tên lidarxistin.
Di 5’ê Sibatê e li bajarê Hanaû yê Elmanyayê çalakiyên ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hatibû destpêkirin. Çalakî îro li bajarê Esslîngê domiya.
Piştî Hanaû, Frankfûrt, Maînz, Darmstadt û Mannheîmê komê li Esslîngenê jî çalakiyên xwe domandin.
Di çalakiyê de Hevserokê FCK’ê Saît Ozturk axivî û got, “Di vê sermayê de bi germahiya dilê wan ez dostên li vir silav dikim. Hêvîdar im di encama van têkoşînan de wê Rêber Apo azad bibe.”