Meşa Dirêj di rojan çaran de didome

Li Elmanyayê Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst di roja çaran de bi coşiyeke mezin didome.

Meşa Dirêj ku li Hannoverê dest pÊ kirî û tê payin li Hambûrgê bi dawî bibe bi pêşengiya ciwanên TCŞ'ê û TEKO-JIN'ê, li gel ciwanên enternasyonalîst didome.

Di meşê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî tê xwestin û Komploya Navnetewî tê şermezarkirin.

Ciwanan piştî ku roja 3'yan a meşê Duşemê temam kirin, êvarî derbasî hêwanê bûn û li vir bernameya êvarî li dar dixstin.

Di bernameya êvarî de şehîd hatin bibîranîn, sînevizyonek hate nîşandan. Sînevizyon ji bo bîranîna Alî Çîçek, Firat Çîçek, Tîjda Ekecîk û Baran Mawa hatibû hazirkirin.

Ciwanên Kurdistanî Sêşemê saet 10.00'an ji bo ku li herêma Bad Bevensenê meşa çaran dest pê bike hereket kirin.

Jinên Ciwan di Meşa Dirêj de li kampanyaa ''Em dibêjin NA!'' ya li Başûrê Kurdistanê dest pê kirî, xwedî derketin.

Jinan gotin, ''Çanda tecawizê di serî de li dijî jinê pêk hatiye. Li dijî sirûşta jinê, civaka ku jin pêşengiya wê dikin, li dijî hêza zêhnî ya jinê û li dijî her qadê hatiye geşkirin.''

Ciwan îro dema ku gihaştin Luneburgê wê biçin kampa ku ciwanên enternasyonalîst hazir kirine. Bi çarçoweya bernameyê li ser 'zayendiya civakî' wê panêlek were dayin.