Meşa dirêj a li Yewnanistanê bi mîtîngê bi dawî bû

Li Atînayê TCŞ, TEKO-JIN, TJA û Navenda Çanda Kurdistanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ji bo 3 rojan meşek dabû destpêkirin.

Li Atînayê TCŞ, TEKO-JIN, TJA û Navenda Çanda Kurdistanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û ji bo xwedîlêderketina pêngava KCK’ê ji bo 3 rojan meşek dabû destpêkirin.

Ciwan sibehê li Tavrosa Başûrê Atînayê dest bi meşê kirin û li Qada Akademîa ya Atînayê ji aliyê sedan kesan ve bi sloganan hatin pêşwazîkirin.

Gel ji vê derê ber bi konsolosxaneya Tirk dest bi meşê kirin. Bi sedan kes bi sloganên li dijî komplo û dagirkeriyê li kolanên Atînayê meşiyan. Di meşê de derbarê komploya navneteweyî belavokên bi Yewnanî û Îngîlîzî hate belavkirin.

Li ber konsolosxaneya Tirk mîtîngek hate lidarxistin û di axaftinan de qala berxwedana li dijî komplogeran hate kirin.