Meşa Dirêj a li Marsîlyayê roja duyan li pey xwe hişt
Meşa Dirêj a li bajarê Marsîlya ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, roja 2’an li pey xwe hişt.
Meşa Dirêj a li bajarê Marsîlya ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, roja 2’an li pey xwe hişt.
Çalakiyên protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin.
Kurdistaniyên li Marsîlya, Bordeaux, Toulouse, Montpellier û Drauignan dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kiribûn, roja duyemîn li pey xwe hişt.
Kurdisaniyên di sibehê de li pêşiya şaredariya Marîgnaneyê kom bûn bi pankarta ‘Ji Ocalna re azadî’ dest bi meşê kirin.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û sirûd hatin gotin.
Çalakvanan wê di saetên şevê de li St. Antoîne ya ketina Marsîlyayê dawî li çalaiya xwe ya îro bîne.
Sibe saet 09:00’an çalakvan wê ji St.Antoîne heta Joûlîette ya Marsîlya bimeşin û piştre li Qada Vîeûûx Portê mîtîngek lidar bixe û dawî li meşa ku sê roj in dayî destpêkirin bîne.