Meşa dirêj a li Marsîlyayê mezin dibe
Meşa dirêj a li Marsîlyayê ku li dijî komploya navneteweyî hate destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Meşa dirêj a li Marsîlyayê ku li dijî komploya navneteweyî hate destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a 3 rojan, di roja 2'emîn de ye.
Çalakger serê sibehê li ber Şaredariya Marîgnaneyê li hev kom bûn, flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" hildan.
Ji bajarên Bordeaûx, Toûloûse, Montpellîer û Dragoûnyanê girseya gel tevlî çalakiyê bûn. Hejmara çalakgeran îro zêdetir bû û dest bi roja duyemîn a meşê kirin.
Çalakgeran di meşê de belavok belav kirin û dirûşm qîriyan.
Girseya gel wê sibe saet di 09:00 de li St. Antîoneyê li hev kom bibin û heta qada Joûlîette ya Marsîlyayê bimeşe. Çalakî wê li qada Vîeûx Portê bi mîtîngekê bi dawî bibe.