Meşa dirêj a li Hannoverê di roja sêyemîn de ye
Meşa dirêj a ku li dijî komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî û li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hannoverê dest pê kir di roja sêyemîn de ye.
Meşa dirêj a ku li dijî komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî û li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hannoverê dest pê kir di roja sêyemîn de ye.
Meşa dirêj beriya sê rojan ji bajarokê Langenhagenê dest pê kiribû. Mîna du rojên derbasbûyî roja dawî ya meşê jî saet di 11'an de dest pê kir.
Çalakger ji pêşiya gar a trenê ya Hannoverê bi rê ketin û piştî ku meşa xwe bi dawî kirin wê dosyayekê li ser çalakiyê pêşkêşî parlamentê bikin.
Ji komîteya amadekar Altûn Bîschof di destpêka meşa roja dawî de axivî û pîvanên meşê xwend.
Gelek caran polîsan dest li meşvanan werdan. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Ji ber rewşa tenduristiyê ya dramatîk a Abdullah Ocalan divê tecrîd tavilê bê rakirin" hate hildan. Di roja duyemîn de polîsan dest danîn ser pankartê. Di pankartê de bi taybetî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate bibîrxistin ku êşkenceyê qedexe dike.
Meş wê li ber avahiya parlamentê bi mîtîngekê bi dawî bibe.