Meşa dirêj a li Îtalyayê 5 roj li pey xwe hişt
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê meşa dirêj a bi armanca xwedîderketina li berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, didome.
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê meşa dirêj a bi armanca xwedîderketina li berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, didome.
Meşa ku 20’ê Gulanê li bajarê Îtalya yê Mîlano destpêkir û wê heta Pîacenayê bidome 5 roj li pey xwe hişt.
Çalakger li bajarê Pîacenzayê bi Cooperativa Infrangibile Collettivo Controtendanza re daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Têkildarî pêvajoyê ji bo rojnameya Lîberta ya çapemeniya çepgir a herî mezin ya Îtalyayê gotarek kurt hate dayîn.
Piştî daxuyaniyê li Cooperativa Infrangibile Collettivo Controtendanzayê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de hate gotin ku divê bidin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne kirin.
Piştî axaftinan konferans bi dirûşmeyan bidawî bû.