Meşa dirêj a ciwanan li Hambûrgê bi dawî bû-NÛ BÛ

Meşa Dirêj ku bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" 5'ê Îlonê li bajarê Hannover a Elmanyayê destpê kirî, li Hambûrgê bi dawî bû.

Meşa Dirêj ku bi dirûşma ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re azadî roja 5'ê Îlonê li bajarê Hannover a Elmanyayê destpê kirî, li bajarê Hambûrgê îro di seatên şevê de bidawî bû.

Ciwanên ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ketin bajêr, li ber Rote Flora pankarta bi nivîsa, “Berxwedan Jiyan e” û wêneyek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekirin.

Li dawiya meşa dirêj, di axaftinên li ser navê meşvanan de hate gotin: “Em peyama berdewamkirina berxwedanê didin dewleta Tirk a ku dixwaza me qetil bike. Dîsa bi hezaran silav ji bo Îmralî Rêber Apo û Heftanînê dişînin.

Ciwan qedexe û krîmînalzekirinên dewleta Elman qebûl nakin. Yên dibêjin ev al qedexe ye, yên Rêbertiya me, ziman û hebûna me qedexe dikin bila baş bizanin ku îro ev al li destê ciwanan li ba ye. Bila dewleta Elman bizane ku bi hebûn û jiyana xwe me li vir in. Bi hemû ciwanan re di çarçoveya pêngava 'Bi hev re serhildan' berxwedanê bidomînin."

Tevahiya çalakiyê li ser hev dirûşmeyên, “Bi hev re berxwedan li dijî faşîzmê”, “Bijî piştevaniya navnetewî” berz kirin.