Meşa Dirêj dewam dike: Bi Rêbertî em ê Kurdistanê azad bikin

Meşa Dirêj a ciwanan ku ji Hannoverê dest pê kir, dewam dike. Ciwan wê ji Harbûrgê ber bi Hambûrgê ve bimeşin.

Meşa Dirêj ku bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" 5'ê Îlonê li bajarê Hannover ê Elmanyayê dest pê kir, dewam dike. Çalakger ji bo dest bi beşa dawî ya meşê bikin li pêşiya Rathatûs a Harbûrgê li hev kom bûn. Tevî ku doh polîsan bi tundî dest li ciwanan werdan, meş bi coşeke mezin dewam dike.

Roja dawî ya meşê di navbera Harbûrg û Hambûrgê de be. Ciwan wê bi 20 kîlometreyan bimeşin û bi vî rengî dawî li meşa xwe ya ji 110 kîlometreyî bînin.

Komîteya amadekar daxuyaniyek da û diyar kir, "Dewleta Elman ji bo pêşî li meşa me bigire doh êriş kir û dinyayê dît ku êrişeke li derveyî mirovahiyê li dijî me hatiye kirin. Li hemberî me komplo kirin. Em nûçeyên çapemeniya Elman qebûl nakin. Mesele bilet nebû, biletên me hebû. Komployek bû ku dixwestin meşa me asteng bikin, îradeya me bişikînin."

Komîteyê ragihand, "Em ê berxwedana xwe bidomînin û bi Rêberê azad re Kurdistanê azad bikin."