Meşa Dirêj a ciwanan dest pê kir

Çalakiya Meşa Dirêj ya ku hemû salê TCŞ û TekoJin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidardixe bi rengekî bi heybet dest pê kir.

Meşa Dirêj ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJin her salê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidardixe, li bajarê Koln a Elmanya dest pê kir.

Çalakiya Meşa Dirêj îsal di navbera 11-16’ê Îlonê de ji bajarê Kolnê destpêdike û heya bajarê Aachenê wê bidome.

Meşa bi tevlêbûna ciwanên Kurd û enternasyonalîst yên ji gelek welatên Ewropayê pêktê. Îro meş li bajarê Kolnê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîd Senar Zagros û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Di destpêka meşê de her yek ji TCŞ, TekoJin û TJK-E’yê axaftinek pêşkêş kir.

Di axaftinan de behsa êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, tecrîda ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelên Kurdistanê tê ferzkirin û berxwedana destanî ya gerîlayan hat kirin.

Yekem roja meşê wê ji bajarê Kolnê heya bi navenda Leverkûsenê dom bike.