Melenchon: Rejîma Tirk dîktator e, PKK jî tifaqa me ye
Lîderê girîngtirîn tevgera çep a Fransayê "Fransa ya serî natewîne" (France Insoumise) Jean-Luc Melenchon piştgirî da HDP'ê û got, "Rejîma Tirk rejîmeke dîktator e."
Lîderê girîngtirîn tevgera çep a Fransayê "Fransa ya serî natewîne" (France Insoumise) Jean-Luc Melenchon piştgirî da HDP'ê û got, "Rejîma Tirk rejîmeke dîktator e."
Namzetê berê yê Serokkomariya Fransayê Mêlenchon, li Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyî axivî û salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê bi bîr xist. Melenchon got, ji bo piştgiriyê bide Kurdan, du parlamenterên wan ên France Insoûmmiseyê roja Duşemê serdana Rojava kirine.
Melenchon got, "Bi wesîleya salvegera yekemîn a felaketa bi serê Efrînê ve hat, çûn Rojava."
REJÎMA TIRK REJÎMEKE DÎKTATOR E
Lîderê çepgir piştre bal kişand ser rewşa li Tirkiyeyê û got, "Dixwazim vê yekê ji hempîşeyên xwe re bêjim; eger hûn li Bakurê Koreyê jî bûna, wê her tişt sererast xuya bikira. Dema ku mirovan qala tiştekî kir, divê mirov navê wê jî bînin ziman. Rejîma Tirk, rejîmeke dîktator e."
Soutien au HDP victime de la répression politique de la dictature d'Erdogan.
— Jean-Luc Mélenchon (@JLMelenchon) January 23, 2019
Intervention en commission des Affaires étrangères de l'Assemblée nationale. #Turquie #AFET #Erdogan pic.twitter.com/b1XrNLfRuY
Di dewama axaftina xwe de Melenchon ragihand ku HDP bi tenê bi PKK'ê nayê îfadekirin û gelek meylên cuda di nav de hene. Melenchon diyar kir, ji bo kiryarên xerab li Kurdan bikin, PKK'ê weke 'rêxistineke terorê' nîşan didin.
PKK TIFAQA ME YE
Melenchon destnîşan kir ku ji bilî zilmê ti polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan nîne û got, "Cihê kêfxweşiyê ye ku dikarin xwe biparêzin (Kurd). Bi dehan salan e xwe diparêzin."
Melenchon wiha dewam kir: "PKK tifaqa me ye. Ji ber ku çekên xwe li dijî DAÎŞ'ê bi kar tîne. Ne rêxistineke terorîst e, ew şervanên azadiyê ne."