Meclîsa Sûriye ya Demokratîk serdana Îba kir
Nûnera Meclîsa Sûriye ya Demokratîk a Emerîka Sînem Muhammed serdana Yûsûf Îba yê li dijî tecrîd li Toronto di grevê de ye kir. Her diçe rewşa Îba xirabtir dibe.
Nûnera Meclîsa Sûriye ya Demokratîk a Emerîka Sînem Muhammed serdana Yûsûf Îba yê li dijî tecrîd li Toronto di grevê de ye kir. Her diçe rewşa Îba xirabtir dibe.
Nûnera Meclîsa Sûriye ya Demokratîk a Emerîka Sînem Muhammed serdana Yûsûf Îba yê li dijî tecrîd giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li bajarê Toronto Kanadayê 106 roj in di grevê de ye kir.Muhammed diyar kir ku xwedî li daxwazên berxwedêran derdikevin, serketin jî Îba re xwest.
Yûsûf Îba yê ku her diçe rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe. Îba yê hatibû rakirina nexweşxaneyê tedawî nepejirand û çalakiya xwe didomîne.