Meclîsa PJAK'ê ya Ewropayê ji bo çalakiyên Şemiyê banga tevlîbûnê kir

Meclîsa PJAK'ê ya Ewropayê ragihand ku roja Şemiyê wê li Parîs, London, Oslo û Stockholmê ji bo piştgiriya berxwedana Rojhilat û Îranê çalakî bêne lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya Ewropayê li ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Şoreş û serhildana Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê yên bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan û Azadî' de ku navenda wê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi pêşengiya jinan derbasî roja xwe ya 70’emîn bû." û wiha dewam kir: "Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, di van 70 rojan de kariye destketiyên mezin bi dest bixe. Karî valahiya navbera nakokî û dijwariyên çarçoweya erdnîgariya siyasî ya Îranê ku rejîmê karibû herî zêde jê sûd werbigire, tijî bike. Felsefeyek ku hemû netewe, karker, jin, xwendevan, hunermend, nivîskar, bi kurtasî ji heft heta 70 salî û hemû çîn xwe tê de bibînin. Di asta derveyî Îranê de jî vê şoreşê kariye herî zêde piştgirî û sempatî bi dest bîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rojhilatê Kurdistanê bûye sembola berxwedanê û hate gotin, "Bûye navenda şoreşa Jin, Jiyan û Azadî û hîmên wê pergalê dihejîne. Lewma asta tawanên pergalê li Rojhilatê Kurdistanê ji bajarên din ên Îranê berfirehtir û hovtir e û di rojên derbasbûyî de li bajarên Mahabad, Bokan, Pîranşar û Ciwanro bi awayekî eşkere xwe nîşan da û me bi çavên xwe şahidî ji êrîşa dewleteke dagirker a li ser welateke dagirkirî kir."

Meclîsa PJAK'ê ya Ewropayê diyar kir ku têkoşîna  gelên Îranê gihîştiye asteke hestiyar û ji ber wê jî di vê qonaxê de pêwîste hemû azadîxwaz bibin dengê gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi vê armancê, Kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî wê roja Şemiyê (2022-11-26) li Parîs, London, Oslo û Stockholmê çalakiyan li dar bixe. Em Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya li Ewropayê, em dengê xwe bi dengê kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî re dikin yek, bang li hemû gelê Kurd ên welatparêz, gelên Îranê û hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin û bibin deng û rengê gelên Îranê yên serî hildanî."