Meclîsa Jinan a Dest Danê: 4'ê Nîsanê jiyana nû ye

Meclîsa Jinan a Dest-Danê ku li paytexta Elmanya Berlînê xebatên xwe dimeşîne, bi boneya 4'ê Nîsanê bi zarokan re çîrokên ku behsa zarokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin xwendin.

Endamên Meclîsa Jinan a Dest-Danê diyar kirin ku 4’ê Nîsana 1949’an tê wateya jiyana nû. Di pîrozbahiya ku bi zarokan re xebatên sînevîzyon, muzîk û boyaxkirinê hatin lidarxistin. Endama Meclîsa Jinan ya Dest-Danê Dîlber Çiray axivî û got: “Wate û girîngiya îro 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêbertî ji bo gelê Kurd gelekî bi nirx e. Weke endamên meclîsa jinan a Berlînê ya Dest-Danê me biryar da ku em bi zarokan re çalakiyan li dar bixin."

‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN AZADIYA ME YE’

Dîlber Çiray diyar kir ku ji bo zarok Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin, jiyanê watedar bikin û ji jiyana wî ders derxin wan ev çalakî li dar xistine û wiha got: “Me albûmek ji çîroka zarokatiya Rêberê me û wêneyên wî pêk tê çêkir. Paşê li ser nepoxên ku me ji bo teqandinê amade kiribûn, wan xeyalên xwe, ji bo Kurdistanê û xwe çi dixwazin nivîsandin û teqandin. Hêviya me ew e ku nepoxên ku em dişînin ezmên bigihin Îmraliyê. Ji ber ku me nekarî xwe bigihînin xwezaya Kurdistanê, me bi zarokan re li baxçeyê komeleya xwe ya li Berlînê dar û tov çandin Û em dixwazin sala bê rojbûneke rast bi Rêberê xwe re pîroz bikin."

Çiray axaftina xwe bi gotina "Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya zarokên Kurdistanê ye" bi dawî kir.